20:38 23 Nîsan 2018
    Devlet Bahçeli-Recep Tayyip Erdoğan

    ‘Rêjeya dengê tifaqa cumhur ji %47 e, bandora operasyona Efrînê zêde ye'

    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor lêkolîna Şîrketa MAKê, ji xeynî kesên bêbiryar rêjeya dengê tifaqa AKP-MHPê nagihêje ji %50+1an. Her wiha li gor encamên lêkolînê bandora operasyona Efrînê li ser rêjeya tifaqê zêde ye.

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Serokê Şîrketa MAKê Mehmet Ali Kulat, ji nivîskarê Yeniçagê Ahmet Takan re axivî û encamên ankêta dawî ya dest wî de eşkere kir. Kulat da zanîn ku ji xeynî dengdêrên bêbiryar rêjeya dengê AKPê li derdora %40 ye, yê şirîkê wê MHPê jî ji %7 e.

    Serokê MAKê Kulat daxuyand ku di 16ê Nîsanê de jî rêjeya dengên herdu partiyan wisa bûn, lê bi dengên ku ji MHPê û Başûrê Rojhilatê nêzî %6an hat ve rêjeya dengê AKPê bilind bibû. Kulat eşkere kir ku niha ji Başûrê Rojhilat ji AKPê re deng nayên. Kulat bilêv kir ku em tenê behsa dengên dengdêrên Başûrê Rojhilat yên bingeh yên AKP û HDPê nakin, di nav vê rêjeyê de dengdêrên kurd yên li bajarên mezin Stenbol, Enqere û Îzmîrê dijîn jî hene. Ji xeynî dengdêrên kurd yên ku bi AKPê ve girêdayîne, ketina rêjeya dengên AKPê xuya dike.

    Kulat got, bandora operasyona Efrînê û zimanê netewperestî li ser dengdêrên kurd zêde ye, pirsgirêka bi rêvebiriya Mesut Barzani re jî li ser dengdêrên kurd xuya dike. Her çiqas ev pirsgirêk hatibin çareserkirin jî AKP nikare bi kurdan bide qebûlkirin. Ev jî li ser ketina rêjeya AKPê wek çend pûanan xwe nişan dide.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
    Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Etîketan:
    dendêr, deng, hilbijartin, Mehmet Kulat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de