07:48 24 Nîsan 2018
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk

    Operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li sînorê Kurdistanê berdewam e

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Li gor daxuyaniya artêşa artêşa Tirkiyeyê ev çend roj in bi kurahiya 15 kîlometroyan li Herêma Kurdistanê li hemberî endamên PKKê operasyoneke leşkerî dane destpêkirib.

    Artêşa Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê bi kûrahiya 15 kîlometroyan, operasyon bi ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dane destpêkirin. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî piştrast dike ku operasyona artêşa Tirkiyeyê li wê deverê heye û endamê HPGÊ jÎ bersiva operasyonê didin.

    Sererkaniya Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji şeva 10ê Adara 2018an ve hêzên Tirkiyeyê ji navçeya Gever a ser bi Colemêrgê, bi piştevaniya balafirên şer operasyoneke zemînî bo ser baregehên PKKê yên li deverên çiyayî yên Kanîreş û Xwakurk ên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin.

    Li gor îdîayan di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên piyade bi kûrahiya 15 kîlometroyan li Herêma Kurdistanê operasyon pêk anîne û 11 şikeft û 23 stargeh hatine wêrankirine û 13 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

    Herwiha HPG jî li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir û ragihand ku operasyona Tirkiyeyê li wê herêmê 15ê Adarê di saet 06:00an de dest pê kiriye û gerîlayên PKKê bersiv dane operasyonê. Lê belê HPGê derbarê kuştî û birîndaran de ti zanyarî nedaye.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê 1 kîlometro dûrê Efrînê ye
    'Balafirên Tirkiyeyê 5 şervanên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê kuştin'
    SANA: Di êrişa Artêşa Tirkiyeyê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
    AA: Artêşa Tirkiyeyê navenda Racoyê kontrol kir, li derdorê şer didome
    YouTube, dîmeneke bombebarankirina artêşa Tirkiyeyê jêbir
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê li Cindirêsê çekên kîmyewî bi kar anîn
    PKKê bi roketan êrişî baregeha Artêşa Tirkiyeyê kirin: Mirî hene
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HPG, PKK, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de