20:40 23 Nîsan 2018
    Li Moskowê bo Roja Parastvanên Welat fîşekên hewayî hatin teqandin.

    Li Şirnexê fîşekên hewayî heta dawîbûna OHALê hatin qedexekirin

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di maweya Rewşa Awarte (OHAL) de bikaranîn û firoştina fîşekên hewayî hatiye qedexekirin.

    Li gor daxuyaniyê, bikaranîna fîşekên hewayî di şahî, merasîm, cejn û rojên taybet de, li tevahiya bajêr hatiye qedexekirin ku dê qedexe jî heta OHAL hebe berdewam bike.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çalakî û meşên girseyî de, bikaranîna fîşekên hewayî dibin sedema birîndarbûna hêzên ewlekariyê û herwiha dema bikaranînên ne yasayî tirs, xof û panîkê çêdikin û can û malê gel dixin xeteriyê.

    Herwiha hat diyarkirin ku kesên wan bifiroşin û bikar bînin, dê li gor zagonên OHALê werin cezakirin.

    Hêjayî gotinê ye, Tirkiye ji 15ê Tîrmeha 2016an ve bi hinceta hewildana darbeya FETOyê bi qanûnên OHALê tê birêvebirin û her sê mehan carekê jî dema wê tê dirêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Senatoya Amerîkayê: Firoştina S-400an bo welatên din mijara sepandina dorpêçan e
    Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
    Amerîka: Ti hincetek ji bo armanckirina sivîlan nîne
    Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî êrîşa nexweşxanê bang li civaka navdewletî kir
    Etîketan:
    Fîşekên Hewayî, Qedexe, Şirnex, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de