06:29 27 Gulan 2018
Afrin'in kuzeyinde ilerleyen TSK destekli ÖSO güçleri

TSK: Nûçeyên bombekirina nexweşxaneyê nerast in

© REUTERS / Khalil Ashawi
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK)operasyona Efrînê birêve dibe, li ser bombebarankirina nexweşxaneya Efrînê daxuyanî da.

TSKê li ser belavbûna nûçeyên ajansên navdewletî yên derbarê bombebarankirina Nexweşxaneya Avrîn de ku li gor zanyariyên dawî yên ajansên navdewletî, kuştina 16 kesan û birîndarbûna hejmareke din a sivîlan tê ragihandin daxuyanî da.

'TSK TI ZIRARÊ NADE SIVÎLAN'

Di daxuyaniya TSKê de wiha hat gotin: "Nûçeyên derbarê bombekirina nexweşxaneyê li Efrînê ji aliyê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê ve dûrî rastiyê ne."

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyona ser Efrînê li gor ku ti zirareke negihe sivîlan/bêgunehan û hawîrdorê tê birêvebirin.

Bi heman mijarî:

Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî êrîşa nexweşxanê bang li civaka navdewletî kir
Fermandarê îngilîz ji bo Omer Eluş peyama sersaxiyê weşand
AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin
Etîketan:
Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de