01:27 24 Gulan 2018
    Alaya DAIŞê

    Li Tirkiyê 2 iraqî bi tohmeta DAIŞê hatin girtin, 2 jî hatin dersînorkirin

    © REUTERS/ Dado Ruvic
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Samsun ê Tirkiyeyê 4 kesên bi endamtiya DAIŞê û amadekariya çalakiyekê bi ser Balyozxaneya Enqere ya Amerîkayê de hatibû binçavkirin, hatin dadgehkirin.

    Hat ragihandin ji çar hemwelatiyên Iraqê yên bi endamtiya DAIŞê hatibûn binçavkirin, 2 ji wan hatin girtin û 2 jî hatin dersînorkirin.

    Kesên bi navên Sohaıb Qusay Taha Al Doorî (34), Fernas Huseyin Elî (28), Omar Shihab Ahmed Al Doori (38) û Azhar Abdulkadhim Salman Al Bayatı (46) 11 roj berê hatibûn binçavkirin.

    Her çar kesan jî li dadgehê tohmetên li ser xwe qebûl nekirin, lê dadgehê ji bo Sohaib Qusay Taha Al Doori û Omar Shihab Ahmed Al Doori bi hinceta endamtiya rêxistina terorî ya çekdar biryara girtinê da û ji bo her du kesên din hatin berdan û biryara dersînorkirina wan hat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    Rûsya: Balafirên me li Xûtaya Rojhilat nefiriyan
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Etîketan:
    DAIŞ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de