05:01 21 Nîsan 2018
    Kirim û Ala Kirimê

    Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye

    © Sputnik / Evgeny Biyatov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser sala 4an ya girêdana Kirimê bi ser Rûsyayê ve daxuyaniyek da û got, "Em careke din dubare dikin ku vê rewşa fiîlî ya ku wekî encama binpêkirinê ya hiqûqa navdewletî derket holê, nas nakin."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin
    © Sputnik / Sergey Guneev
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji ber sala 4an ya girêdana Kirimê bi ser Rûsyayê ve daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ev rewş wekî encama binpêkirinê ya hiqûqa navdewletî pêk hatiye û ew vê encamê nas nakin.

    Di daxuyaniya wezaretê de hat parastin ku beriya niha 4 salan nîvgirava Kirimê ya Ûkraynayê bi referamdûmeke nerewa ji aliyê Rûsyayê ve hat îlhaqkirin.

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em careke din dubare dikin ku em vê rewşa fiîlî ya encama binpêkirina hiqûqa navdewletî nas nakin û em piştgiriya xwe ya ji bo serwerî û yekrêziya aza Ûkraynayê pistrast dikin. Di serî de rewşa tirkên tatar yên li Kirimê, em ê geşedanên li Kirimê ji nêz ve bişopînin."

    Welatiyên Kirimê di 16ê Adara 2014an de referandum li dar xistibû û bi rêjeyeke ji sedî 96.77an dengê erê biryar dabûn ku Kirim bi ser Rûsyayê ve were girêdan.

    Bi heman mijarî:

    Putin diçe serdana Kirimê
    Li deverên Kirimê firokeyên sîxuriyê yên Amerîkayê hatin dîtin
    Parlementerên Elman li rêyên Kirimê heyran man
    Kalgaxend di ser pira nû re çû Kirimê
    Etîketan:
    îlhaq kirin, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Kirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de