22:07 19 Nîsan 2018
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

    HDPê û HAK-PARê ji bo salvegera Helebceyê daxuyanî belav kir

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya Navendî ya HDPê di salvegera komkujiya Helebceyê de daxuyaniyek weşand û got, "Hişmendiya ku duhî li Helebceyê hewl da têkoşîna rewa ya kurdan bi çeken kimyewî û biyolojîk têk bibe, îro êrîşê Efrînê dike." HAK-PARê jî daxuyaniyek weşand û got, komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de rûpeleke reş e.

    Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji bo 30yem salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniya xwe de diyar kir ku beriya niha 30 salan desthilatiya Beesê û Seddam Husên bi çeken kîmyewî û biyolojîk jin, mêr, zarok û pîr û kal jî di nav de zêdetirî 5 hezar kurdên Helebceyê qetil kirin

    'HIŞMENDIYA DUHÎ LI HELEBCEYÊ ÎRO LI EFRÎNÊ SIVÎLAN DIKUJE'

    HDPê di daxuyaniya xwe de got, "Qetlîama Helebceyê di dîroka mirovahiyê de wekî rûreşiyekê cihê xwe girt û wekî tawanekî mirovahiyê hat mehkûmkirin. Seddam Husên û rejîma Beesê ku difikirî wê têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gele kurd tune bike, him dawî li xwe anî him jî nikarîbû daxwaza azadî û xwebirêvebirinê ya gelê kurd paşve bihêle."

    HDPê herwisa bal kişand ser êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê jî û got, "Hişmendiya ku duhî li Helebceyê hewl da têkoşîna rewa ya kurdan bi çeken kimyewî û biyolojîk têk bibe, îro li Efrînê êrîşê ser jin û zarokan, kal û pîran û sivîlan dike."

    Derbarê slavegera komkujiya Helebceyê de HAK-PARê jî daxuyaniyek weşand û got, "Komkujiya Helebceyê tenê ne ji bo kurdan, herwisa ji bo hemû mirovahiyê drameke mezin e."

    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    ‘ZORDESTÎ Û TUNDÎ HÊJ JÎ LI KURDISTANÊ BERDEWAM DIKIN'

    HAK-PARê di daxuyaniya xwe de hat gotin ku ‘rejîma faşist ya Beesê' bi fermana Seddam Husên bombe bi ser Helebceyê de barandin û di encamê de nêzikî 7 hezar kurdên li wê herêmê qetil kirin û zêdetirî 10 hezar kesan birîndar kirin.

    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Pirsgirêka kurd îro li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê hêj jî berdewam dike. Zordestî, dijwarî û tundî niha jî li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê didome. Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwîndar ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ne çare ne. Divê ji îro û pê ve baş were zanîn ku heta pirsgirêka kurdan bi şêwazeke aştiyane çareser nebe, aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn pêk nayê."

    'ŞERVANÊN KURD ÎRO Bİ MÊRXASÎ LI BAŞÛR Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BERXWE DIDIN'

    Helebçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    HAK-PARê bal kişand rewşa îro jî û wisa berdewam kir: "İro li herêma Rojhilata Navîn,li Iraq û Suriyeyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li himberî êrîşên dirinde û hovîtiya DAIŞê ya terorîst, hêzên şervanên kurd bi mêrxasî û pakrewanî li ber xwe didin. Têkoşîna şervanên kurd tenê ne ji bo parastina kurdan e. Ew îro li herêmê berxwedaneke hêja ji bo parastina mafên mirovan û şerefa mirovahiyê jî didin. Şervanên kurd bi gernasî jiyana gelên herêmê jî diparêzin. Ew gelên herêmê yên ku di dema xwe de desthilatdarên wan bi top û bombeyan kurda kuştibûn û xwestibûn fermana kurdan ji herêmê rakin."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistanê ji Bexdayê xwest ku tezmînatê bide qurbaniyên Helepçeyê
    HDPê Komkujiya Helepçeyê şermezar kir
    Bi wêneyan komkujiya Helepçeyê
    Polêsan êrişî çalakiya Helepçeyê kirin: 12 binçavkirin!
    Etîketan:
    daxuyanî, komkujiya Helebceyê, HAK-PAR, HDP, Helebce
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de