14:39 22 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş: Darizandin ne li gorî destûrê ye

    © Sputnik / Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di çarçoveya 'Doza Newrozê' ya ku li gel Parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder tê de darizandin derket pêşberî dadgerî. Berî ku îdîaname were xwendin, Demirtaşî got ku darizandin ne li gorî destûr ye.

    Demirtaş û Onder ji ber axiftina xwe ya ya Newroza sala 2013an li Salona Allibeya Siliviriya Stenbolê tê darizandin.

    Li gorî malpera Gazete DuvaRê, berî ku îdîaname were xwendin, Demirtaş derbarê isûlê de axift û diyar kir ku divê doz were betalkirin. Hevserokê berê yê HDPê wiha axift:

    "Ev doz ji dozên din ne cuda ye. Ne adil e ku ev doz ji yên din cuda were dîtin. Madeya 83/2yan a destûrê dibêje ' bêyî biryara parlamentoyê, parêzbendî nayê rakirin, girtin çênabe. Qanûna hejmara 6718an di destê we de ye. Di destê min de destûr heye. Divê hûn destûrê wek bingeh bigirin. Niha rêkarek tê kirin ku destûr, qanûn û rêznameya hundirîn a parlamentoyê bin pê dike.  Qanûn li gorî kesan nayê çêkirin. Gava parlamento biryarê bide, di rojnameya fermî de tê weşandin. Ew ji pesendkirina serokkomarî re nayê şandin. Serokkomar tev li biryara parlamanetoyê nabe. Rakirina parêzbendiya me ji serokkomarî re hat pêşkêşkirin. Xweseriya parêzbendiyê li vir hat qetilkirin. Me bi parêzbendiyan siyaseta navgînên zirxî nekir. Li vê derê bi awayekî eşkere berovajî qanûnan parêzbendiya me hat betalkirin û parlamenter hatin girtin. Divê dadwerî van rawestîne. Dê eşkere û li ber çavan cudakarî derheqê me de were kirin û qanûn bên derxistin ku bi wî awayî destûr dê were binpêkirin. Yeko yeko dê parêzbendiyan rake, parlamenteran têxe hundir. Kes jî dê vê nebe Dadgeha Destûrê".

    "AYM DIKARE HERSÊ BIRYARÊN DADGEHÊ KONTROL BIKE"

    Demirtaş biryara Dadgeha Destûrê(AYM) ya ji bo Selim Sadakî bi bîr anî û bal kişand ser wê yekê ku parêzbendî bi awayekî ne li gorî isûlê hatibû rakirin û wiha dewam kir:

    " AYM dikare sê biryarên parlamanetoyê kontrol bike. betalkirina parlamenteriyê, betalkirina parêzbendî û rênameya hudnirîn a parlamentoyê. Eger parêzbendiya me biryara parlamentoyê bûya, dê ji bo her fezlekeyekê mafê me yê parastinê çêbibûya. Diyar e ku tawaneke destûrî hatiye kirin. Serokê cîbicîkar dê bi rê ve biçûya û serokê dijberiya sereke got, 'li dijî destûrê ye lê erê'. Pêwîst e ku em destûrê biparêzin. Di rewşa heyî de 'biryareke parlamentoyê di dosyaya min de tine' ku li gorî isûlê parêzbendiya me demildest bê rakirin û divê dosya bo parlamentoyê were şandin."

    Bi heman mijarî:

    Operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li Herêma Kurdistanê û rola dewletên din
    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin
    Di navbera Tirkiyeyê û Koreya Başûr de kirîz derket
    Kurdistan: Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
    Etîketan:
    Dadgeha Destûrê, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de