01:04 24 Gulan 2018
    Polîsên Tirkiyê Operasyon

    Polîsan deriyê malan şikandin, 5 jê zarok 47 kes desteserkirin

    © REUTERS / Stoyan Nenov/Files
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beriya pîrozbahiyên newrozê li 3 bajarên mezin yên Tirkiyeyê Stenbol, Îzmîr û Adanayê operasyonên desteserkirinê hatin li darxistin. Di serdegirtina malan de 5 jê zarok 47 kes hatin binçavkirin.

    Li sê bajarên mezin yên Tirkiyeyê operasyon hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiyên newrozê li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û gellek kes desteserkirin. Hejmara kesên ku hatin binçavkirin nehat eşkerekirin. Li Îzmîr û navçeyên wê jî 36 kes hatin desteserkirin.

    Li Adanayê jî bi piştgiriya helîkopteran polîsan bi ser malan de girtin û opresayon lidarxistin. Li gor nûçeya DHAyê, 700 polîsan lêgerînên hevdemî kirin û bi ser 73 malan de girtin. Bi hinceta ku bi PKK û YPGê têkildarin 5 jê zarok, 10 jin bi tevahî 47 kes ji aliyê polîsan ve hatin destserkirin û ji bo lêpirsînê birin Miduriyeta Ewlehî ya Adanayê.

    DERIYÊN MALAN HATIN ŞIKANDIN

    Miduriyeta Ewleyiya Stenbolê beriya pîrozbahiyên newrozê bi ser gellek malan de girtin. Operasyonên hevdemî li Beyoglu, Sancaktepe, Uskudar, Kartal, Pendik û Sultanbeyliyê saet 01.00an destpê kirin. Deriyên hin malan ji aliyê polîsan ve hatin şikandin, gellek kes destserkirin.

    BI HINCETA PKK Û KCKê 36 KES HATIN DESTESERKIRIN

    Li Îzmîrê ekîbên polîsan serê sibehê bi ser gellek navnîşanan de girtin. Ji xeynî navenda Îzmîrê li navçeyên Seferihisar, Menemen, Bergama, Dikili, Aliaga û Çeşmeyê operasyon hatin kirin. 36 kesên ku bi hinceta endamên PKK û KCKê ne hatin destserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li 9 bajaran operasyon: 25 leşker hatin desteserkirin
    Li Stenbolê operasyon: 287 kes hatin binçavkirin
    Li Stenbolê dijî endamên DAIŞê operasyon: 21 kes hatin desteserkirin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Kengî pêwîst bibe, operasyon dê li 'bakurê Iraqê' pêk were
    Li Konyayê operasyon: Biryara binçavkirina 84 kesan hat dayîn
    Etîketan:
    pîroz, newroz, qedexe, binçavkirin, operasyon, DHA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de