14:45 22 Gulan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Di mijara jinavbirina terorîstan de kuştina sivîlan stratejiyeke rast nîn e

    © REUTERS / Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê rûsî Lavrov û yê îranî Zerîf re li paytexta Kazaxistanê Astanayê civîneke çapemeniyê lidarxist. Çavuşoglu di civînê de got, Ne tenê li Xûtaya Rojhilat, li hemû herêmên dorpêçkirî di mijara sivîlan de hesasiyetên me hene.

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê rûsî Sergey Lavrov û yê îranî Cewad Zerîf re li paytexta Kazaxistanê Astanayê civîneke çapemeniyê lidarxist.

    Ji axaftina Çavuşoglu çend xalên sereke wiha ne:

    "Ji bo senaryoyaya Helebê cardin rû nede çi ji destê me tê em dê bikin. Di mijara jinavbirina terorîstan de kuştina sivîlan stratejiyeke rast nîn e. Li Xûtaya Rojhilat drameke mirovî heye. Em hewildanên Rûsyayê teqdîr dikin lê têrê nake. Divê alîkariyên mirovî bêyî astengî bigihîjine cihê xwe. Dûhî ji bo serbestberdana kesên desteserkirî û revandî li vir me civînek lidarxist. Divê em komxebatê baş birêve bibin. Em dê di alîkariya gelên Sûriyeyê de berdewam bin."

    ‘BOMBEBARANA LI SER SIVÎLAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    "Rewşa li Xûtaya Rojhilat di asta karesatê de ye. Me berê jî amajê pê kir ku divê unsûrên terorê û sivîl ji hev bêne veqetandin. Divê opozîsyon û rêxistinên terorî ne ligel hev bin. Pêwist e şerên li Xûtaya Rojhilat bi dawî werin. Bombebarankirina gelên sivîl nayê qebûlkirin."

    ‘EM LI DIJÎ NE KU TERORÎST BIÇINE IDLIBÊ'

    Ne tenê li Xûtaya Rojhilat, li hemû herêmên dorpêçkirî di mijara sivîlan de hesasiyetên me hene.. Rojhilatê Firatê jî tê de em di mijara sivîlan de hesas in. Li Efrînê jî. Em li dijî wê yekê ne ku terorîst biçin Idlîbê. Fişaran çê dikin. Bi hinceta têkoşîna li dijî terorê em li dijî kuştina sivîlan e. Di mijara jinavbirina terorîstan de bi taybetî li deverên ku bi giranî sivîl lê dijî divê stratejiyên me yên cuda cuda hebin. Divê rasterast em terorîstan bikin armanc.

    ‘TU BI JARGONA FETULLAHÎ DIAXIVÎ, BERSIVÊ NADIM PIRSÊN WIHA'

    Çavuşoglu li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê operasyona li dijî Efrînê û karsazekî ku tê gotin ku bi FETOyê re peywendiyA wî heye û li Swîsreyê hatiye revandin, bertek nîşan da û got, "Ez nizanim tu kî ye, weke rojnamegerekî herêmî jî tê nas nakim. Ji ber pirsa te bi min wisa tê ku tu Fetullahî yê (FETO). Pirsên ku bi jargona FETOyê tên pirsîn na bersivînim. Derbarê Efrînê de jî me daxuyaniyên xwe dan."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Lavrov û Çavuşoglu civiyan: radestkirina S-400ê dê were lezandin
    Lavrov û Çavuşoglu dê li ser peymana S-400î biaxivin
    Ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê di derbarê hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de daxûyanî
    Etîketan:
    Daxuyanî, dîplmasî, Civîn, Cewad Zerîf, Sergey Lavrov, Mevlut Çavuşoglu, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de