10:02 20 Nîsan 2018
    Cotkar

    Wezîrê tirk: Em ê ji avdaniyê bacê bistînin

    © REUTERS / Fayaz Aziz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Av û Daristanê yê Tirkiyeyê Veysel Eroglu di axaftina xwe de ragihand ku ji bo avdaniyê em ê sîstema abonetiyê bînin û ji wê jî bacê bistînin.

    Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê Wezîrê Av û Daristanê Veysel Eroglu di axaftina xwe ya Komîsyona Çandinî ya Parlamentoyê de got: "Ji bo avdaniyê em ê sîstema abonetiyê bînin. Divê eseh em ji avdaniyê bacê bistînin. Ji ber ku em welatekî dewlemendê avê ne."

    Veysel Eroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger hewce bike em ê seeteke avê deynin ser erd. Ji vir û pêve êdî li temamê Tirkiyeyê em ê seet û vaneyan li nav erdan deynin. Em ê barê ser pişta cotkaran wergirin. Lê em ê ji avdaniyê bacê bistînin. Ji bo ku em ne welatekî dewlemend ê avê ne. Em ê pêşî ji herêmên krîtîk dest pê bikin û li her derê seetan deynin."

    Bi heman mijarî:

    Şivan û cotkar bi hev ketin: 20 kuştî û gelek birîndar
    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Ebadî: Me fermana xerckirina pereyên cotkarên Kurdistanê daye
    Tovê genim ji bo cotkarên Girê Spî hate şandin
    Etîketan:
    Wezîrê Av û Daristanê yê Tirkiyeyê, Veysel Eroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de