02:42 28 Gulan 2018
Sivîlên Efrînê yên neçarî koçberiyê dibin

Ji ber bombebaranê nexweşxaneyên Efrînê têne veguhestin

© AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku ji ber metirsiya bombebarana Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê nexweşxaneyên bajarê Efrînê têne veguhestin.

Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Ancêla Reşo ragihand ku bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyeyê, nexweşxaneyên bajarê Efrînê ji bo cihên aramtir, tevî kelûpelan têne veguhestin.

Li gor daxuyaniya Ancêla Reşo, ji ber bombebaranê hejmarek kuştî û birîndarên sivîl hene û ji ber bombebaranê nikarin hejmara rasteqîn tomar bikin.

Wek tê zanîn operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di 20ê Sibatê de dest pê kir û li gor amarên fermî yên Efrînê heta niha derdora 250 sivîlan jiyana xwe jidest dan e û zêdeyî 600 kes jî birîndar bûne û piştî dorpêça Efrînê rewşa nexweşxaneyên Efrînê aloztir bûn e.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
Etîketan:
Encûmena Tenduristî ya Efrînê, Ancêla Reşo, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de