14:34 20 Gulan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    Bi daxwaza Erdogan parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet serdana Tirkiyê kir

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Hat ragihandin ku parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Ciburî, 15 Adarê serdana Tirkiyeyê kir.

    Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Ciburî ku gihîştiye peyaminêrê Sputnîk Kurdistanê, parêzgarê niha yê Kerkûkê şandeya ligel wî li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ev serdan kiriye.

    Di daxuyaniya nivîsgehê de hat gotin, "Parêzgerê Kerkûkê ji bo başkirina plana dabînkirina aramiyê bo navçeyên niha rizgarkirî û avadankirina Kerkûkê ligel berpirsiyarên Tirkiyeyê, serdana wî welatî kiriye."

    PARÊZGARÊ KERKÛKÊ XWEST KU KOMPANIYÊN TIRKIYÊ BEŞDARÊ AVADANKIRINÊ BIBIN

    Parêzgarê Kerkûkê di serdana xwe de bi birîkarê Wezareta Çandinî û Samanên Ajalî yê Tirkiyeyê Hasan Ozîl re civiyaye û behsa çandin û ajaldariyê li Kerkûkê û çawaniya beşdarbûna kompaniyên Tirkiyê di avadankirina Kerkûkê de kiriye.

    Parêzgerê Kerkûkê û şanda pê re herwiha serdana Odeya Bazirganî û Borseya Tirkiyê kirine û civînek ligel serokê wê Yehya Kopal li dar xistine.

    Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet ku piştî 16ê Cotmehê hatibû tayînkirin, di civînan de hêvî xwestiye kompanyên Tirkiyeyê di warên aborî, çandin û petrolê de beşdarî proseya alîkarîkirina lraqê û Kerkûkê bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir
    Li Amerîkayê bihurdeya ser rê hilweşiya: Gelek kes di bin de man
    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
    Peskov: Putin ji helwesta Brîtanyayê bi fikar e
    Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê
    Etîketan:
    Kerkûk, Kurdistan, Turkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de