10:38 23 Nîsan 2018
    Devlet Bahçeli-Recep Tayyip Erdoğan

    Erdogan qanûna tifaqa Cumhur û ewlekariya hilbijartinê pesend kir

    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşnûmaya tifaqa Cumhur a hilbijartinên Serokomariyê ku ji aliyê AKP û MHPê ve hatibû amadekirin û li parlamenê hatibû qebûlkirin, pesend kir.

    Di qanûna tifaqa hilbijartina serokomar û ewlekariya hilbijartinê de 26 xal hene ku gelek ji wan xalan bûn mijara nîqaşê di nav partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de.

    ÇI DIGUHERE?

    Ev pêşnûma hinek guhertinan bi xwe re tîne. Hindek ji van guhertinan ev in:

    • Di hilbijartinan de partiyeke dê bikaribe piştgiriya partiyeke din bike.

    • Partiyên ku di hilbijartinana de tifaqê dikin ji tarîxa destpêkê ya hilbijartinan û pê ve di nava 7 rojan de dê bikaribin ‘protokoleke tifaqê' pêk bînin û bi vî hawî serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bidin.

    • Heta beriya diyarkirina namzedan bi du rojan partiyên ku tifaq kirine bi heman şêweyî dê bikaribin guhertinan bikin.

    • Partiyên siyasî berî bi roja teqezkirina namzedan 3 roj berê dê bikaribin serî li YSKê bidin û ji tifaqê vegerin.

    • Lîsteyên namzediya partiyên dê di pisûlayê de ligel hev û rêza wan dê bi pişkê were diyarkirin.

    • Hejmara parlementerên dê di nava partiyan li gora dengên derbasdar dê werin dabeşkirin.

    • Temenê hilbijartinê dadikeve 18an.

    • Ger navekî tifaqê nehatibe diyarkirin li vê beşê dê îbareya ‘tifaqê' were nivîsandin û ger tifaqên bê nam û nîşan ji yekê zêdetir bin dê li gorî serîlêdanê werin rêzkirin.

    • Di hilbijartinên parlementeriyê û serokomariyê de dê pêşî dengên hilbijartina serokomariyê werin jimartin.

    • Ji bo dengdêrên berasteng dê sidoqên seyyar werin dayîn.

    • Di hilbijartinên herêmî de dê hemû pisûla têkevine heman zerfê û heman sindoqê.

    • Li ser gilî dê hêzên ewlehiyê bikaribin werin ser sindoqan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê bihurdeya ser rê hilweşiya: Gelek kes di bin de man
    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
    Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê
    Xelkê Helebçeyê ji Almanyayê xwest ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze
    Bahman Qobadî: Divê em ji bo Efrînê bibin yekdeng
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de