04:17 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan and  Angela Merkel

    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir

    © AFP 2018 / JOHN MACDOUGALL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê li Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel geriya û ji ber peywira wê ya nû ew pîroz kir. Di hevdîtina herdu aliyan de mijara Efrînê jî hat gotûbêjkirin.

    Li gorî çavkaniyên serokomariya Tirkiyeyê hevdîtina bi rêya telefonê ya Erdogan û Merkel vê êvarê pêk hat û di wê hevdîtinê de Erdogan, Merkel ji ber serdema wê ya nû ya serokwezîrtiyê pîroz kir.

    Erdogan û Merkel di axaftina xwe de peywendiyên Tirkiye û Îranê û herwisa rewşa li herêma Rojhilata Navîn nirxand.

    Hat gotin ku herdu serokan li ser mijarên wekî têkoşîna li dijî koçberiya deryasayî, alîkariya ji bo penaberan û girîngiya Zîrweya Serokên Yekîtiya Ewropayê ya ku dê di 26ê Adarê de li Varnayê were lidarxistin, axivîn.

    Herwisa hat ragihandin ku serokomarê tirk Erdogan di hevdîtinê de derbarê êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê de jî agahî dane Merkelê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo Efrînê bersiv da PE: Xwe lê xweş nekin
    Erdogan bo Amerîkayê: Ev tê wateya şerê sêyemîn ê cîhanê
    Serokomariya tirk daxuyaniya Erdogan ya li ser Efrînê sererast kir
    Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
    Erdogan: Em ji kuştinê re jî ji mirinê re jî amade ne
    Erdogan: Ey NATO tu li kuderê yî?
    Etîketan:
    hevdîtin, Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip erdogan, Angela Merkel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de