00:59 21 Nîsan 2018
    Newroz

    Li Dêrikê pîrozbahiyên newrozê hatin qedexekirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Li navçeya Dêrika Mêrdînê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) plan dikir ku pîrozbahiyên newrozê li dar bixe, lê Qeymaqamtiya navçeyê destûra pîrozbahiyan neda: "şaredarî wê pîrozbahiyan li dar bixe, hewceyî ya dudiyan nake' hat gotin."

    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rêxistina navçeya Dêrikê a HDPê ji bo pîrozbahiyên roja 18ê Adarê nivîsa destûrxwestinê ji qeymaqamtiyê re şand. Lê di nivîsa ku 13ê Adarê de ji aliyê qeymaqamtiyê ve ji HDPê re hat şandin de, 'şaredarî wê pîrozbahiyan li dar bixe, hewceyî ya dudiyan nake' hat gotin.

    Di nivîsê de hat bibîrxistin ku şaredariya navçeyê bi beşdarbûna hemû saziyan ve wê pîrozbahiyeke bi coş li dar bixe, ji bo rêlibergirtina sûcan û ewlehiya gel û ya navçeyê, hewceyî pîrozbahiyek dudiyan nake.

    Her wiha beriya newrozê qedexeya pîrozbahiyên navçeya Dêrîkê yên sala 2018an li Tirkiyeyê bû qedexeya ewil.

    Bi heman mijarî:

    Berpirsê asayîşê: Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin
    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Etîketan:
    qedexe, Dêrik, pîroz, pîrozbahî, newroz, Ajansa Mezopotamya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de