05:05 21 Nîsan 2018
    Cemil Bayik

    Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik ragihand ku di demên pêş de, wê şerê di nav PKKê û Tirkiyeyê de, derbasî qonaxeke berfirehtir bibe.

    Cemil Bayik ji ajanseke nêzîkî PKKê re diyar kir ku, "hikûmeta AKPê ji bo desthilata xwe firehtir bike û li gel MHPê rêjeya dengên xwe, di hilbijartinan de bilind bikin, dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine û niha jî gefa destpêkirina operasyonan li Minbic û seranserî Rojavayê Kurdistanê dikin."

    Bayik da zanîn ku "AKP û MHP hem ji bo desthilata xwe û hem ji bo qirkirina kurdan şer dikin û ji ber wan sedeman, wê PKK di dema pêş de, şerê li dijî Tirkiyeyê berfirehtir bike."

    Artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayê wê di 20ê Rêbendanê de li dijî Efrînê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Ji destpêka şer heta niha şerên dijwar di navbera şervanên YPGê û leşkerên tirk de qewimîn. Herwiha heta niha di şerê li Efrînê de nêzî 240 sivîl hatine kuştin, bêtirî 680 sivîl jî birîndar bûn û ji her dua liyan jî gelek windahî çêbûn.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
    PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand
    Etîketan:
    şer, PKK, Cemil Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de