15:36 21 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan ji bo Efrînê bersiv da PE: Xwe lê xweş nekin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser civîna Parlamentoya Ewropayê ya ku dê ji bo Efrînê were lidarxistin û dê ji Tirkiye were xwestin ku ji Efrînê derkeve, got, "Xwe qet li tiştekî wisa xweş nekin."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di merasîmeke xelatdayînê de li ser civîna Parlamentoya Ewropayê ya ku dê ji bo Efrînê were lidarxistin û dê têde ji Tirkiyeyê were xwestin ku ji Efrînê derkeve, axivî û got, ev gotinên wan dê di guhekî me re têkevê di yê din re derkeve.

    Erdogan derbarê mijarê de got, "Li Parlamentoya Ewropayê derbarê Efrînê de dê were xwestin ku em operasyon bidin rawestandin. Jineke berpirsyara ji geşedanê heye, tiştekî wisa xwestiye. Xwe cihê rehetî lê xweş nekin, heta karê me yê li wir neqede, em ê ji wir dernekevin. Vê yekê bizanibin."

    Serokomarê tirk di axaftina xwe bi suriyeyên penaber yên li Tirkiyeyê Ewropa kir armanca rexneyên xwe û got, "Ti gotineke ku Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re bibêje, tune ye. 3 milyon û nîv sûriyeyî li welatê me dijîn. Ey Parlamentoya Ewropayê, te kîjan bar ji min giritye ku tu vê gotinê dibêjî. Ev gotin di guhekî me re dikevinê di yê din re derdikevin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bo Amerîkayê: Ev tê wateya şerê sêyemîn ê cîhanê
    Serokomariya tirk daxuyaniya Erdogan ya li ser Efrînê sererast kir
    Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
    Erdogan: Em ji kuştinê re jî ji mirinê re jî amade ne
    Erdogan: Ey NATO tu li kuderê yî?
    Etîketan:
    Parlamentoya Ewropayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de