06:26 21 Gulan 2018
    Alaya HDP

    Endamtiyên HDPê yên Parlementoyê derbasî MHPê dibin

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Piştî betalkirina mafê parlementeriyê yê HDPê dabeşiya endamên komîsyonên parlementoyê guherîn. Endamtiyên Komîsyonên ji HDPê derbasî MHPê dibin.

    Tê gotin ku betalkirina mafê parlementeriyê bandorê li xebatên kômîsyonên parlementoya Tirkiyeyê dike. Mafê 3 endamtiyên Komîsyona Plansazî û Bûdçeyan a Parlementoya Tirkiyeyê (TBMM) derbasî MHPê bûn.

    Heta niha mafê endamtiya Komîsyona Plansazî û Budçeyan a Parlementoyê ji destê Nusel Aydogan, Ahmet Yildirim û Ibrahîm Ayhan hatibû stendin. Herwiha berê jî mafê endamtiya RTUKê ji HDPê derbasî AKPê bûbû.

    Parlementerê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan li civîna komîsyonê de bertek nîşanî vê yekê da û got:

    "Cîgirê Serokê koma me Ahmet Yildirim salek û nîvê xizmetî komîsyonê kir. 15 roj berê ji ber ku bi tenê gotibû ‘padîşahê xirbende' mafê parlementeriyê jê hat stendin. Herwiha parlementerê me yê Rihayê û endamê komîsyonê ji ber parvekirinên wî yên medyaya civakî hat betalkirin. Em li vir vîna gel temsîl dikin. Em dibêjin ‘vîna gel yekrêz e' Herçiqasî xwe weke weke xwecihî û netewî bi nav bikin jî asasên meclisa gel yek in."

    Bi heman mijarî:

    Ji sê endamên HDPê yek hatiye desteserkirin, 3 hezar kes jî hatine girtin
    Parlamentarê HDPê yê li meclîsê lêdan xwaribû 45 rojan rapor stand
    Derbarê 3 parlamenterên HDPê de fezleke hatin amadekirin
    CHPê serdana HDPê kir: Fikarên me hevpar in
    HDPê ji bo Efrînê bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kir
    Dicle li ser îdiayên ku çepgir di HDPê de xurt bibin kurd tên girtin axivî
    Etîketan:
    TBMM, Komîsyona Plansazî û Bûdçeyan a Parlementoya Tirkiyeyê, AKP, MHP, HDP, Ibrahim Ayhan, ahmet Yildirim, Garo Paylan, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de