15:34 21 Gulan 2018
    Efrîn- Efrînê

    Kalin: 70ê ji 100ê Efrînê hatiye dorpêçkirin

    © AFP 2018 / Nazeer al-Khatib
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin derbarê operasyona Efrînê de daxuyanî da. Kalin got, "70ê ji 100ê Efrînê hatiye dorpêçkirin."

    Berdevkê Serokomarê tirk Ibrahim Kalin ji çapemeniyê re axivî. Ji axaftina Kalin hindek xalên sereke wiha ne:

    • Dixwazin Efrînê bikine Qendîleke nû. Bi opersayona li dijî Efrînê ev yek hat berterefkirin. Em pêşbînî dikin ku di demeke nêzîk de têkevine Efrînê. Niha 70ê ji 100ê Efrînê hatiye dorpêçkirin
    • Ji ber fişarê rêxistinê bi dehhezaran kes baz didi. Di şerê 7 salan de ji Cerabklûsê bo herêmê koçeke mezin pêk hat. Ji vir û pê ve li tu cihî tabloyeke wiha derneket. Dixwestin Efrînê bikine Qendîleke nû. Bi vê operasyona ev yek têşikest.

    ‘JI BO MINBICE NEXŞERÊYEKÊ BAŞ DERKET'

    • Ji bo Minbice nexşerêyekê baş derket. Di çarçoveya rêkeftinê û teqwîmê de em ji Amerîkayê li benda bersivekê ne. Nayê wê wateyê ku (Mike) Pompe hatiye şûna (Rex) Tillerson û em dê dev ji vê çarçoveyê berdin.
    • Gel venagere deverên di bin kontrola YPG-PYDê de. Çimkî nizanin dê bi çi re rû bi rû bimînin. 15 hezar kes vegeriyane deverên ku Artêşa Tirkyeyê kontrol kirine. Dibistan û nexweşxane vedibin.

    'TIRKIYE EFRÎNÊ RADESTÎ HIKÛMETA SÛRIYÊ NAKE'

    • Tirkiye piştî kontrolkirina Efrînê, wê herêmê radestî hikûmeta Sûriyeyê nake.

    Hêjayî gotinê ye ku duhî piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku "hêvî dikim heta êvarî Efrîn bikeve Berpirsê peywendiyên derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl li ser van gotinên Erdoganî axivîbû û gotibû ku "ev hêviyên Tirkiyeyê xewneroj e."

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî li ser hevdîtina McMaster û Kalin daxuyanî da
    Encama hevdîtina Kalin û McMaster: Hevkariyek stratejik û demdirêj wê bidome.
    Kalin û McMaster bi telefonê mijara çekdayîna Amerîkayê bo YPGê axivîn
    Kalin: Rûsya civîn bi paş xist û bangî PYDê nake
    Etîketan:
    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê, Daxuyanî, Ibrahîm Kalin, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de