17:11 25 Nîsan 2018
    Wêneyê Bajarê Rihayê-zarok

    ‘Halil jiyana xwe winda kir, deyndar roja dudyan li ber derî bûn'

    © Sputnik / Vejdi Uluç
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Halil Dagê ji keleha Rihayê di dema selfî dikişand ketibû xarê û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê keça Halil Dag jî li cihê ku bavê ketibû û miribû, ketibû xwar û giran birîndar bibû ev yek di medyaya civakî de bû sedema tinazan. Keça Halil Dag bertek nîşanê wan tinazan da, "Bavê min jiyana xwe winda kir lê hin kes tinazên xwe bi me dikin"

    Halil Dagê 38 salî û bavê 8 zarokan bû, di 1ê Rêbendanê de dema ku xwest li ser keleha Rihayê wêne bikşîne ji nêzî 30 metroyan li erdê ket û mixabin jiyana xwe winda kiribû.

    Du qîzên Halil Dag, S. û xwuşka wê A. piştî çend mehan çûn ser keleha Rihayê. Di dema hilkişandina kelehê de S. Ji ber tirsa bilindahiyê çavê xwe digre û piştre ji 5 metroyan li erdê dikeve û birîndar dibe. Malbata ku hîn şîna wan teze bû bi şîroveyên medyaya civakî dilşikestî bûn.

    Li gor nûçeya Haberturkê qîza Halil Dag di roja dudiyan a mirina bavê xwe de ji ber tinazên ser medyaya civakî xwestiye întîxar bike.

    ​Hevsera Dag jî bilêv kir ku 450 hezar lîre deynê xanî li wane ku nizanin wê çi bikin. Her wiha hevsera Dag jî ji tinazên ser medyaya civakî gilîdar e û got, "Şîroveyên li ser medyaya civakî wek mirina Halil em êşandin, ji aliyê din ve hevsera kesê ku bi hevserê min re ji bo wênekişandinê derketin ser kelehê roja dudiyan hat deynê xwe (35.000 lîre) xwestin û ev 3 mehe em nikarin krêdiya xaniyên xwe bidin."

    ​Hevsera Halil Dag roja bûyerê jî wiha vegot ku Halil xwestibû di nava herdu mînareyan de wêneyê xwe bikşîne û her wiha lingê wî dimeşite dengeya xwe winda dike û li erdê dikeve, mixabin jiyana xwe winda kir.

    Bi heman mijarî:

    Selfie li Rihayê bû sedema mirina ciwanekî
    Li Riha û Dîlokê 31 kes hatin girtin
    “DAIŞ û Tirkiyeyê li hev kir; Ji Cerablusê venekişiyan, tenê riha xwe jê kirin”
    Li Riha û Mêrsînê operasyonên DAIŞê
    Mehmet Ocalan: Divê Riha li dijî tecrîd û êrişan rabe piya
    Etîketan:
    keleha rihayê, Halil Dag, selfie, wêne, mirin, Haberturk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de