21:26 24 Nîsan 2018
    Operasyon - Çiya

    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê şevê din dîsa çend cih li sînorê bajarokê Sîdekanê yê ser bi Hewlêrê bombebaran kirin.

    Jet ya F-16 ya Artêşa Tirk
    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Li gor zanyariyên berdest, 3 balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê şevê din navçeyên Hîşme, Şoşne, Çiyayê Bend û Çiyayê Sork li sînorê Biradostê yê bajarokê Sîdekanê bi dijwarî bombebaran kirin.

    Rêvebirên bajarokê Sîdekanê dibêjin bombebarana balafirên Tirkiyeyê bûye sedema çêbûna tirseke mezin di nava xelkê sivîl ê deverê de. Derbarê ziyanê canî û aborî de hê ti hurgiliyên berfireh nehatine bidestxistin.

    Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek caran bi îdîaya hebûna endam û baregehên PKKê herêmê bombebaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
    Balafiran Qendîl bombebaran kir
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Rêya te rêya Qendîl û Pensîlvanyayê ye
    Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, Qendîl bombebaran kirin
    Etîketan:
    Tirkiye dîsa Herêma Kurdistanê bombebaran kir, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de