06:24 21 Gulan 2018
    Serokê parlamentoya Tirkiyeyê İsmail Kahraman

    35 malperên ku bersiva İsmail Kahraman kirin nûçe hatin astengkirin

    © REUTERS / Kayhan Ozer/ TC Cumhurbaşkanlığı
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hakemtiya Cezaya Sûlha 2em a Enqereyê bi hinceta ku mafê İsmail Kahraman hatiye binpêkirin 35 malperên ku bersiva serokê parlamentoya Tirkiyeyê ya derbarê destdirêjiya zarokan de kirin nûçe astengkir.

    Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Komara Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu daxuyand ku di 10 salên dawî de destdirêjiya zarokan ji %700 zêde bû ye û ji parlamentoya Tirkiyeyê daxwazkiribû ku derbarê mijarê de komîsyonek taybet bê avakirin. Di bersiva bi îmzeya Kahraman de hat gotin ku li gor rêbazê pêkanîna vê daxwazê ne pêkan e. Her wiha Tanrikulu bersiva Kahraman li rojnamavanan belav kir û di gelek malperên de bersiv wek nûçeyan hat weşandin.

    Buroya Xizmeta Hiqûqa Serokatiya Parlamentoyê bi hicneta ku mafên Kahraman hatiye binpêkirin serî li dadgehê da. Di daxwaznameyê de hat eşkerekirin ku nûçeyên malperan wek ku meclîs kesên zarokan îstîsmar dikin diparêze hatiye îfadekirin.

    ​Hakemtiya Cezaya Sûlha 2em a Enqereyê bi hicneta ku nûçeyên malperan mafên Kahraman binpêkirine linkên nûçeyên 35 malperan astenkir.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Destûrnedayîna hevdîtina Demirtaş neheqî ye
    Serokê Parlamentoya Almanyayê: "Li Tirkiyeyê du hewldanên derbeyê çêbûn"
    Serokê Parlamentoya Ewropayê: Kiryarên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin!
    Etîketan:
    Malper, Astengkirin, Rojnamevan, nûçe, bersiv, Serokê parlamentoya Tirkiyeyê İsmail Kahraman, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de