06:24 21 Gulan 2018
    Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu

    Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtina li Washîngtonê ya ji bo Minbicê hat paşxistin.

    Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hami Aksoy di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevdîtina Wezîrê Derve û yê Amerîkayê li Washîngtonê ji bo Minbicê hat paşxistin. Akdoy got: "Civîna 19ê Adarê ya li Washîngtonê hat paşxistin."

    Piştî jikardûrxistina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, Mevlut Çavuşoglu duhî li Moskowayê di civîna çapemenî ya ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de gotibû: "Dibe hevdîtina 19ê Adarê li Washîngtonê were paşxistin. Hevalê me niha meseleye dişopînin. Îro sibê wê diyar bibe."

    Çavuşoglu ji bo hevdîtina Minbicê ya li Washîngtonê jî gotibû: "Piştî YPG ji Minbicê vekişiya wê leşkerên tirk û amerîkî ewlehiya herêmê saz bikin."

    Bi heman mijarî:

    'Hîn ti agahiyek derbarê hevdîtina Tillerson-Çavuşoglu de nîne'
    Daxuyaniya hevpar ya Çavuşoglu-Tillerson: Mekanîzmeyeke hevpar tê avakirin
    Çavuşoglu û Tillerson hatin cem hevdu
    Çavuşoglu û Tillerson li ser Efrînê peyivîn
    Tillerson ji bo îdîaya Çavuşoglu: Min ti tişt pêşniyarî nekiriye
    Çavuşoglu: Tillerson got, em naxwazin bi Tirkiyeyê re werin hemberî hev
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de