02:31 25 Gulan 2018
    Temel Karamollaoglu

    Ji Karamollaoglu bo AKPê: Min nekin şirîkê şaşiyên xwe

    © Sputnik / Saadet Partisi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bersiva pirseke tifaqê da û ragihand ku AKP polîtayên şaş disepîne. Min nekin şirîkê şaşiyên wan.

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu li navenda partiyê civîneke çapemenî li dar xist. Karamollaoglu bersiva pirseke tifaqê da û got: "AKP polîtayên şaş disepîne. Min nekin şirîkê şaşiyên wan. Ez bi zimanê Tirkî diaxivim."

    Li gor nûçeya Rojnameya Millî, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de got: "Eger partiya desthilat ji şaşiyên xwe vegere em dikarin bicivin û vê mijarê biaxivin. Lê hetanî şaşiyên polîtîkayên derve dewam bikin, Rewşa Awarte dewam bike û bêjin ev gotinên we ji bo me tiştekî îfade nakin ma çima tevlî tifaqê bibin. Ez dibêjim min tevlî wan şaşiyên xwe nekin. Ma ne ez bi Tirkî diaxivim."

    Bi heman mijarî:

    Partiya Saadetê ji bo tifaqê bal kişand ser 3 xalan
    Partiya Saadetê: Em rapora derbarê kurdan de di nêzde radighînin
    Cîgirê AKPê: Rêjeya dengê partiya me kêm e
    Hollanda serdana Wezîra AKPê ya berê Fatma Şahîn qebûl nekir
    'Kurd dilşikestî bûne, tevgera AKPê li dijî kurdan guherî'
    Etîketan:
    Partiya Saadetê, AKP, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de