01:05 22 Hezîran 2018
Rojava

'Piştî Pompeoyî, dibe giringiya kurdên Sûriyeyê zêde bibe'

© AFP 2018 / LOUISA GOULIAMAKI
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Nivîskarê tirk Tahir Ilhan derbarê rewş û rageşiyên dawî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê derbarê bandora Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû Mike Pompoeyî li ser siyaseta Amerîkayê ya rojhilata Navîn û li ser kurdan nivîsî û diyar kir ku "bi hatina Pompeoyî re, dibe giringiya kurdên Sûriyeyê zêde bibe."

Nivîskarê tirk Tahir Ilhan di nivîseke xwe ya malpera Ahvalê de bal kişand ser civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu ku li Enqereyê pêk hatibû û got: "Êdî çarenûsa wê koma xebatê ya sêalî ku Tillerson li ser wê li hev kiribû, ne diyar e. Herwiha ne diyar e bê ew ê dewam bike yan na. Heta Tillerson û aliyê tirkî di wê civînê de li ser çi axivîbûn, ew jî dê bi temamî neyê zanîn, nexasim ku di wê civînê de diyar bûbû ku nîşe nehatibûn girtin."

"PENATGON Û WEZARETA DERVE JI HEV CUDA DIFIKIRIN"

Herwiha nivîskar diyar dike ku piştî wê Tillerson û Çavuşoglu civiyabûn û Tillersonî piştî wê civîna soza Amerîkayê bo Tirkiyeyê ya ji dema Obamayî bi bîr anîbû ku ev jî ji bo "Enqereyê nûçeyeke gelekî baş bû" û wiha dibêje: "Eşkere hatibû dîtin ku Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hev cuda difikirin."

"TILLERSON HELWESTÊN QESRA SPÎ Û PENTAGONÊ JI BO TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ PIŞTGIH DIKIRIN"

Li gorî nivîskarî hinek çavdêrên Washingtonê gelek caran digot ku ew sozên ku Tillersonî dabûn, ne li gorî xeta Pentagon û Qesra Spî bûn û wiha dewam dike: ""Wezîrê Derve (yê Amerîkayê Rex Tillerson) siyaseta xwe ya taybet li Sûriye û Tirkiyeyê bi rê ve dibir û helwestên Qesra Spî û Pentagon piştguh dikirin."

"RÊKEFTINÊN TRIKIYEYÊ BI TILLERSONÎ RE, DÊ JI POMPEOYÎ RE JI NÛ VE WERIN NIRXANDIN"

Nivîskar dibêje ku ji daxuyaniyên medyayê wiha diyar bûn ku ew mekanîzmeya navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê ya ku Tillerson û Çavuşoglu li ser wê li hev kiribû û encamên wê gelekî bi dilê aliyê Tirkiyeyê bûn û wiha dewam dike: "Îca niha bi Pompeoyê 'şerperest' re, ev rêkeftin an jî ev rêkeftinên ku tên îdîakirin dê hemû ji serî de bên nixandin û gotûbêjkirin."

"BI HATINA POMPEOYÎ RE, KURDÊN SÛRIYEYÊ DÊ HINEKÎ DIN GIRINGTIR BIBIN"

Di berdewamiyê de nivîskar wiha dibêje: "Tê zanîn ku Amerîka li Sûriyeyê dixwaze bandora Îran bişkîne û ji bo wê dixebite. Eger ji vî alî ve li meseleyê bê nerîn, bi hatina Pompeoyî re, pêkan e ku giringiya kurdên Sûriyeyê hinekî din zêdetir bibe."

Bi heman mijarî:

Şer bi dawî dibe, rewşa Sûriyeyê û kurdên sûrî dê çawa bibe?
Pisporê Rûs: Rûsya û Tirkiye di mijara kurdên Sûriyeyê de naxwazin dijayetiya hev bikin
Nassan: ‘Kurdên Sûriyeyê dê îro federasyonê îlan bikin'
Kurdên Sûriyeyê hê jî ji bo Cenevreyê nehatine vexwendin
"Kurdên Sûriyeyê, meha bê dê pêşnûmaya makeqanûna federasyonê pesend bikin"
ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
Dijberên PYDê di bin navê “Kurdên Sûriyeyê yên Serbixwe” de gihan hev
Etîketan:
Rex Tillerson, Recep Tayyip Erdogan, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, Amerîka, Îran, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de