02:26 24 Hezîran 2018
Recep Tayip Erdogan

Serokomariya tirk daxuyaniya Erdogan ya li ser Efrînê sererast kir

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Serokomariya Tirkiyeyê daxuyaniya serokomarê tirk Recep Tayip Erdogan ya derbarê Efrînê de sererast kir.

Li gorî nûçeya AFPê Serokomariya Tirkiyeyê di peyameke xwe ya çapemeniyê de daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya li ser Efrînê sererast kir.

Serokomariyê di peyama xwe de got, "Gotinên ‘Hêvî dikim heta êvarê Efrîn wê bikeve' yên axaftina Serokomar divê wekî ‘Dorpêçkirin wê vê êvarê were temamkirin' were fêmkirin."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro di daxuyaniyeke xwe de gotibû, "Hêvî dikim heta êvarê Efrîn wê bikeve."

Artêşa tirk ligel çekdarên ASAyê di 20ê Rêbendana 2018an de li dijî Efrînê dest bi êrîşan kiribû û di encamê de di navbera wan û şervanên YPGê de şerekî giran destpê kiribû. Ew şer îro di roja xwe ya 53yem berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
Erdogan: Em ji kuştinê re jî ji mirinê re jî amade ne
Erdogan: Ey NATO tu li kuderê yî?
Erdogan ewil got yek dewlet, yek milet, yek welat piştre îşareta ‘gurê boz' a MHPê kir
'Erdogan ji bo pirsgirekên navxweyî operasyona Efrînê da destpêkirin'
Etîketan:
sererastkirin, daxuyanî, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de