10:06 19 Hezîran 2018
Hamdi Aksin

Kesê sendroma downê tevlî jiyana civakî bû, jiyana wî guherî

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 10

Zarokê 12 salî yê bi sendroma downê Hamdi Aksin, li Farqînê di kargeha bavê xwe de dixebite û bi rûkeniya xwe rastî eleyek mezin tê. Hamdi ji bilî kurdî ti zimanan nizane. Bavê wî da zanîn dema ku Hamdi tevlî jiyana civakî bû dest bi axaftinê kir û rûkenî bû.

Zarokê bi navê Hamdi Aksin yê 12 salî bi sendroma downê ye. Li navçeya Farqîna Amedê rudinê. Hamdi li Farqinê di kargeha bavê xwe de dixebite û bi rûkeniya xwe rastî eleyek mezin tê. Bavê wî dibêje dema ku Hamdi li malê bû ne diaxivî û bêdeng bu. Piştî ku ew anî qehwexaneya xwe û ket nava civakê, dest bi axaftinê kir. Hamdi li qehwexanê alikarîya bavê xwe dike. Çayê belav dike, qedehên vala kom dike û maseyan paqij dike. Hamdi tenê bi kurdî zane û kêfxweşîya wî ya herî mezin jî sitranên govendê yên kurdî ye.

JIYANA HAMDİ JI BO NEXWEŞÊN DIN MÎNAKEK E

Hamdi dema dixebite sitranan dibêje, govendê digerîne û li bilurê dixe. Tevgerîya wî ya di nava qehwexaneyê de rastî eleqeyek mezin tê. Kesên tên qehwê bi wî re eleqedar dibin û her carê bi hevre diçin xwarinê dixwun. Hamdi heftê carekê jî diçe navenda rehabilîtasyonê. Jiyana Hamdi ji bo zarokên sendroma downê mînakek pir balkêşe ku dema tevlî jiyana civakî bibin dê baş û kêfxweş bibin û têkiliyên wan bi mirovan re xurttir bibin.

Bi heman mijarî:

Di du salên dawî de 19 zarok ji ber teqemeniyê jiyana xwe winda kirin
Ji ber sermayê 3 jê zarok 5 kesan jiyana xwe winda kir
Mezin bêdeng man, zarok rabun: Destê xwe ji ser bedena me vekişînin
Li Amedê teqîn: 2 zarok birîndar bûn
Heyva Sor: 20 ji wan zarok, 64 sivîl hatine kuştin
Etîketan:
Down, Nexweşî, Zarok, Amed, Hamdi Aksin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de