10:06 19 Hezîran 2018
Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: Hevdîtinên bi DYAyê re dibe ku bê betalkirin

© Sputnik / Eduard Pesov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da zanîn ku civîna di tarîxa 19ê Adarê ya bi DYAyê a derbarê minbiçê de dibe ku bê betalkirin. Çavuşoglu, derbarê wezîrê nû yê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo de jî axivî, "em bi wezîrê nû yê DYAyê re dixwazin bi heman hişmendiyê bixebitin."

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Moskowê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê herdu wezîr derketin pêş kamerayan. Çavuşoglu di civîna çapemeniyê de da zanîn ku civîna di tarîxa 19ê Adarê a derbarê Minbiçê ya bi DYAyê re dibe ku bê betalkirin.

Her wiha DYA û Tirkiye li ser mijara Minbiçê li hevkiribûn û hatibû îdiakirin ku YPG wê ji heremê vekşe. Di vê çarçoveyê de di tarîxa 19ê Adarê de Çavuşoglu wê li Washingtonê derbarê mijara minbiçê de bi hempîşeyê xwe re wê biciviya, lê ji ber ku Tillerson ji wezîfê hat stendin betalkirina civînê ket rojevê.

Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu, derbarê wezîrê nû yê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo de jî axivî, "em bi wezîrê nû yê DYAyê re dixwazin bi heman hişmendiyê bixebitin."

Bi heman mijarî:

Lavrov û Çavuşoglu civiyan: radestkirina S-400ê dê were lezandin
Mevlut Çavuşoglu dîroka hevdîtina Rûsya, Îran û Tirkiyê ragihand
Lavrov û Çavuşoglu dê li ser peymana S-400î biaxivin
Çavuşoglu: Dibe di hin mijaran de têkilî bi Sûriyeyê re were danîn
Çavuşoglu: Em daxwaza mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê fam dikin
Etîketan:
Tillerson, DYA, Efrîn, Minbiç, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de