20:50 21 Hezîran 2018
minbic-şer

Bûrokratê tirk: Amerîka destûra mudaxeleya rojhilatê Firatê nade

© REUTERS/ RODI SAID
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 11

Burokratê teqawûtbûyî ku herî dawî Balyozê Tirkiye yê li Parîsê bû Uluç Ozulker têkiliyên Enqere û Washîngtonê, lihevkirina Minbicê û jikardûrxistina Rex Tillerson ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Burokratê teqawûtbûyî ku herî dawî Balyozê Tirkiye yê li Parîsê bû Uluç Ozulker têkiliyên Enqere û Washîngtonê, lihevkirina Minbicê û jikardûrxistina Rex Tillerson ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Ozulker di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ji bo Minbicê hevdîtin dewam dikin û hê lihevkirinek pêk nehatiye.

‘HERÊMA MINBICÊ WÊ BI HEV RE WERE ÎDAREKIRIN'

Balyozê tirk ê berê Uluç Ozulker ji bo hevdîtinên Enqere û Washîngtonê yên Minbicê got: "Ji 8ê Adarê ve civînên mekanîzmaya ku di hevdîtina Rex Tillerson û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de biryar hatibû dayîn were damezrandin dewam dikin. Em ji van civînan fêhm dikin ku Tirkiye û Amerîka ji bo çareseriya pirsgirêka Minbicê nêzî lihevhatinekê ne. Ev lihevhatin çi ye? Amerîka wê çekdarên YPGê ku hejmara wan derdora 5 hezaran e ji Minbicê bikşîne rojhilatê Firatê û bi Tirkiyeyê re rêvebirî û çavdêriya herêmê bike. Îhtîmale Amerîka di mijara Minbicê de Tirkiyeyê tetmîn bike, lê di meseleya rojhilatê Firatê de eger li wir dewleteke Kurdî jî ava bibe û mudaxelekirin mafê Tirkiyeyê be jî Amerîka wê destûra mudaxeleyê nede."

‘MIJARA NELIHEVKIRIN A TRUMP Û TILLERSON ÇI BÛ?

Burokratê tirk Uluç Ozulker di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tillerson li Amerîkayê temsîliyeta polîtikayeke nerm dikir. Di mijarên siyasî de jî giraniya Pentagonê zêdetir e ji bo generalan Serokê Amerîkayê Donald Trump dorpêç kiriye. Yek ji van jî generalê teqawûtbûyî McMaster e. Pirsgirêka navbera CIA û Pentagonê jî jixwe tiştekî eşkere ye. Tillerson di vê rewşê de wezîfeyeke moderatorî didît û polîtîkayeke nerm dimeşand. Berî destpêkirina hevdîtinê Amerîka pêşî McMaster şand yanî aliyê tundî nîşanda û paşî jî bi şandina Tillerson xwest nermîtiyekê bike. Jixwe di destpêkê de jî di navbera Trump û Tillerson de pirsgirêk hebûn û li hev nedikirin. Heta dostaniya wî bi Pûtîn re û daxwaza wî ya rastkirina têkiliyên Rûsya û Amerîkayê jî bibû cihê gazinan."

‘AMERÎKA SIYASETA XWE YA ÎRAN Û HIZBULLAHÊ DIGUHERÎNE'

Uluç Ozulker ji bo pirsa ‘Trump bi guherîna Wezîrê Derve xwest çi bike? got: "Trump bi guherîna Rex Tillerson xwest rûpelekî nû li Rojhilata Navîn veke û li gor min wê siyaseta wê biguhere. Trump duhî di bersivdayîna rojnamevanan gelekî zelal eşkere kir û got ‘Tillerson dostê min e û di navbera min de ti pirsgirêk tineye, lê mijarên fikrî de em wek hev nafikirin.' Yanî Trump di wir de xwest bêje di mijara Îran û Hizbullahê de ez û Tillerson li hev nakin. Ez dixwazim peymana nûklerî ya 5+1 ku bi Îranê hat îmzekirin were hilweşandin an were reformekirin, lê Tillerson dijê vê difikire. Beriya her tiştî Amerîka li Rojhilata Navîn siyaseta xwe ya Îranê diguherîne. Amerîka li hemberî Îran û Hizbullahê wê ji hêla leşkerî ve ji başûr Îsraîl û Erebistan û ji bakur jî wê HSDê ku hêza wê nêzîkî 60 hezarî ye guvaşan zêdetir bike. Wiha tê xuyakirin ku Amerîka dest polîtîkayeke tund dike."

‘AMERÎKA DEST BI SIYASETA TUND DIKE'

Ozulker di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dema mirov van hemû yan li berçav digre, çûna Tillerson, hatina Mike Pompeo û CIAya ku têkeve bin rêvebiriya xanimeke ku di şikenceyên Guantanamoyê de navdar bûye dinirxîne siyaseteke tund dê were meşandin. Yanî CIA, Pentagon û Wezareta Derve kete bin kontrola leşkeran û îhtîmaleke mezin wê polîtîkaya biguherîne û dest bi siyaseteke tund bike. Ji bo ku êdî leşker dibin desthilatê siyaseta Amerîkayê. Pêşerojê di serî de Sûriyeyê jî di nav de li Rojhilata Navîn wê pirsgirêk di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî derkevin."

Bi heman mijarî:

Meclisa Minbicê ji bo daxuyaniya Çavuşoglu: Ew gotinên tirkan in, hevkarî dewam dike
Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
Li bajarê Minbicê teqîn
Hat îdiakirin ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser Minbicê li hev kir
Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
Erdogan: Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir
Etîketan:
Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê, Operasyona Efrînê, Uluç Ozulker, Minbic, amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de