20:51 21 Hezîran 2018
Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

Lavrov û Çavuşoglu dê li ser peymana S-400î biaxivin

© REUTERS /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu îro roja çarşemê li Moskowayê dê li ser pêvajoya peymana sewqkirina S-400î bo Tirkiyeyê biaxivin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê di civîna îro de Lavrov û Çavuşoglu dê li ser pêvajoya pratîka sewqkirina pergalên parastinê yên S-400î bo Tirkiyeyê û herwiha li ser mijarên teknîkî û projeyên muhtemel biaxivin.

Çavuşoglu dê beşdarî civîna Koma Plansaziya Stratejîk a Hevkariyê ya 6emîn jî bibe.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê demek berê ragihandibû ku di civînê de tê payîn ku li ser rewşa Sûriyeyê, amadekariyên Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê û bi beşdarbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civîna Konseya Hevkariya Payebilind a (UDIK) gotûbêj bêne kirin.

 

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Dibe di hin mijaran de têkilî bi Sûriyeyê re were danîn
Çavuşoglu: Em daxwaza mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê fam dikin
Meclisa Minbicê ji bo daxuyaniya Çavuşoglu: Ew gotinên tirkan in, hevkarî dewam dike
Çavuşoglu: Têkiliyên Tirkiyê û Amerîka li ber qutbûnê ye
Ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê di derbarê hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de daxûyanî
Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin
Etîketan:
UDIK, S-400, Civîn, Dîplomasî, Têkiliyên Rûsya û Tikriyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de