05:50 23 Hezîran 2018
TL / Dolar

Avakarê Çiftlik Bankê tevî 500 milyon lîreyî wenda bû

© REUTERS / Murad Sezer/File Photo
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Avakarê Çiftlik Bankê Mehmet Aydin bi belêna hevkariya karê bilind tevî pereyên ku di 2 salan de berhev kiribûn wenda bû. Tevî hişyariyên pisporan ku digotin ‘ev sextekarî ye' jî Aydin ji 80 hezar mirovî 511 milyon lîreyên Tirkiyeyê berhev kiribû.

Avakarên Çiftlik Bankê ên ku di demek kurt de zêdetirî 70 hezar kesî 500.000 milyon lîre pere berhev kiribûn wenda bûn. Li gorî medya tirkî yek ji avakarê şirketê Aydin di vîdeoyekê de ragihandibû ku çewlika pereyên krîpto jî ava kiriye. Di heman vîdeoyê de Aydin behsa çewlika pereyên sanal dike û ji endamên çewlikê re dibêje "Bitcoin têk biçe jî dê Çiftlik Bank berdewam bike"

Şirketa ku hejmara endamên wê gihaşte 500.000î ji bo bacê nede navenda xwe li Qibris danî. Pereyên ku dihatin berhev kirin bo Qibrisê dihatin veguhestin. Ji bo ku endamên wê şirketê bi şirketê baweriyê bînin li çend bajaran qaşo tesîs hatin vekirin. Pisporan berê gotibû ku "Me berê jî tiştên wiha dîtin dişibe ‘zîncireya bextewariyê' û ev yek sextekarî ye. Dê bi hezaran kes mexdûr bibe. Divê tevdîr bêne stendin."

Saziya Piyasaya Sermayeyan a Tirkiyeyê (SPK) di 28ê Berfanbarê de derbarê şirketê de serî li dozgeriyê dabû û Çiftlik Bank bi ‘sextekariya karîger' tawanbar kiirbû.

Mehmet Aydinê ku tevî milyonan wenda bû di videoyeke ku ji endamên şirketê re şandiye dibêje ku wan 2 meh berê çewlika pereyên sanal jî ava kirine. Di heman videoyê de Aydin îdia dike ku "Bitcoin têk biçe jî dê Çiftlil Bank jiyana xwe berdewam bike."

Bi heman mijarî:

Îran: Di Jeta tirk a ku ket de termê kesekî wenda ye
119 penaberên qaçax hatin rizgarkirin
Li sînor bi NHByan qaçaxiya hişbirê dikin
Firînên Moskowa û Kahîreyê 11ê Nîsanê dest pê dikin
Etîketan:
Gendelî, Sextekarî, Çiftlik Bank, Mehmet Aydin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de