16:49 21 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan

Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa

Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
Tirkiye
Lînkê kurt
0 04

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di roja 53yemîn operasyona dijî bajarê Efrînê de ku artêşa Tirkiyeyê digel bi dehan komên çekdarên Sûriyeyê dimeşîne got, “Pir hindik maye em dikin bikevin Efrînê, tiştekî zêde nemaye.”

Erdogan di bernameya Xelatên Qenciyê ya Koşka Serokomariyê Beştepeyê de derbarê şerê Efrînê de axivî û ragihand, "Pir hindik maye em dikin bikevin Efrînê, tiştekî zêde nemaye."

Serokomarê tirk li dijî nûçeyên kuştina sivîlan li Efrînê derket û got, "Ger me sivîl bikuştana dê Efrîn zûde biketa."

Erdogan herwiha îdia kir ku ew dê Efrînê radestî xwediyê wê yê rastîn bikin û wiha axivî: "Me heta niha 3400 terorîst bêbandor kirin. Me çi kir? Em ha ketin Efrînê ha dikevinê, zêde tiştek nemaye. Lê em ne ji bo dagirkirinê diçin. Em ji bo ku Efrînê radestî xwediyê rastîn bikin dikevinê."

Erdogan herwiha destnîşan kir ku ew dê piştî Efrînê ranewestin û wiha domand: "Bêyî ku em ji edalet û rehmê tawîzê bidin, bêyî ku em guh bidin propagandayên reşkirinê em ê Efrînê, Minbicê û tevahiya Bakurê Sûriyeyê paqij bikin."

Bi heman mijarî:

Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
Partiyên siyasî yên kurdî vedigerin Xurmatûyê
Çavuşoglu: Dibe di hin mijaran de têkilî bi Sûriyeyê re were danîn
Teqîn li Efrînê: Leşkerên birîndar hene
Balyozê Çînê serlêdana Herêma Kurdistanê kir
Birêveberê balafirgeha Silêmaniyê ji bo vekirina balafirgehan peyameke vîdeoyî weşand
Etîketan:
Erdogan, Efrîn, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de