05:13 21 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Polîs: Dozger bi kurdî ji min re çêr kir, loma min gule bera wî dan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Polîsê ku gule bera dozgerê bi navê Abdulkadir Kuçukoner dabû, li dadgehê xwe parast û got, ji ber ku dozger bi kurdî ji wî û hevjîna wî re çêr û sixêf daye, wî gule berê daye.

    Dozgerê bi navê Abdulkadir Kuçukoner di 10ê Cotmeha 2017an de li bajarê Antalyayê li odeya xwe ya Dadgeha Korkuteliyê ji aliyê polîsê bi navê Turgut Avci ve rastî êrîşê hatibû û bi 5 guleyan birîndar bûbû.

    Danişîna pêşîn ya doza vê bûyerê li Antalyayê li Dadgeha Cezaya Giran ya 6em hat dîtin û di dozê ji bo wî polîsê cezaya muebetê ya giran hat xwestin. Di danişînê de polîsê bersûc Turgut Avci û hevjîna wî ya li wê dadgehê katib bû, amade bûn û polis Avci di parastina xwe de got, "Roja bûyerê me ji dozger destur girt û min hevjîna xwe pir nexweşxaneyê. Paşê di gava vegera dadgehê de dozger li hevjîna min geriya û got, bijîşk çi gotiye. Hevjîna min goti em ê piştî nîvro biçin encamên tehlîlan bistînin. Li ser vê yekê dozger got, "Piştî nîvro tu nikarî biçî dereke, ez destûrê nadim. Paşê min bi tena serê xwe çû encam girtin."

    Turgut Avci parast ku ew piştî nîvro dema vegeriya dadgehê ji ber nexweşiya hevjîna xwe ji dozger destûr xwestiye lê dozger gotiye ew destûrê nade û gotinên xerab ji wan re kiriye. Polîs Avci di parastina xwe de got, "Dozger dermanên me yên li ser maseyê bi destê xwe wêde kir û em qewirandin. Dema em ji odeyê derdiketin bi kurdî çêreke giran ji me re kir. Ji ber ku min beriya niha 10 salan li Amedê peywir kiribû, min fêm kir ku çi got. Min jî xwe wenda kir û gule bera wî dan."

    Avci li ser pirsa "Te çima di îfadeya xwe ya berê de behsa vê çêra kurdî nekir" got, min ji ber şoka bûyerê ev hûrgilî ji bîr kir û di parastina xwe de got, "Ez ji ber kirina xwe ji xwe fedî dikim û ji dozger lêborînê dixwazim."

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Kerkûkê cilûbergên kurdî hatin qedexekirin
    Almanya: Em ê li ser perwerdekirina hêzên kurdî berdewam bin
    Fîlmekî kurdî di festîvaleke navdewletî xelata herî baş wergirt
    Li Hewlêrê li ser zimanê kurdî panel hat lidarxistin
    Xwediyê dawetê û stranbêjên kurdî stran gotibûn hatin girtin
    Xebatkarên tenduristiyê tinazên xwe bi zêmarên kurdî kirin
    Etîketan:
    polîsê tirk, Dozgerê Komarê, Abdulkadir Kuçukoner, Turgut Avci, Antalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de