06:02 20 Nîsan 2018
    Huda Kaya

    Huda Kaya di parlementoyê de axivî: Hûn ji bo qetilkirinê ketin Efrînê

    © Sputnik / Cesîm Îlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementera HDPê Huda Kaya di parlementoya Tirkiyê de axivî. Kaya rexneyên tund li hikûmetê kir û got “AKP şerê Efrînê ji bo xurtkirina îqtêdara xwe da destpêkirin.”

    Huda Kaya di axaftina xwe de got ku: AKP ew hêza wê ya ku zeyîf bûye cardin xurt bike vê rêya şer û xwînrijiyê bijart. Di dema axaftina Kaya de parlementerên AKPê hertim dengê wê birîn.

    Huda Kaya di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku: Miletên ermen, suryan, tirkmen, ereb û kurd ji ber zilma DAIŞê revîn xwe spartin Efrînê. Efrîn ji bo gelekan bû star. Lê we çû bi komên katil wek ASAyê re êrişê Efrînê kir. Kaya di axaftina xwe dema ku îfadeya ‘hûn li Efrînê qetlîamê dikin' bi kar anî ji aliyê serokê Parlementoyê ve mikrofona wê hat birîn.

    Bi heman mijarî:

    Parlementera HDPyî Huda Kaya: Bajar û mizgeftên me dan ber topan
    Parlementera HDPyî Huda Kaya serbest hat berdan
    Parlamenterên HDPê: Em agahiyê ji Huda Kaya nagirin
    Parlamentera HDPê Huda Kaya hat binçavkirin
    Huda Kaya: 'Rayedar û mafyayê dest dane hev û aştîxwazan lînç dikin'
    Etîketan:
    Rexne, Huda Kaya, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de