21:28 24 Nîsan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    Li Amedê 10 kes hatin desteserkirin

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li navçeya Amedê Bismilê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bismilê Mehmet Onat jî di nav de 10 DBPyî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku her 10 kesên ku hatin binçavkirin xebatên Newrozê dimeşandin.

    Amadekariyên Newroza 2018an a li Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Li navçeya Amedê Bismilê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Lêgerîna li malan li gel beşdariya tîmên taybet pêk hat. Di operasyonê de Hevserokê DBPa Bismilê Mehmet Onat, rêveberê DBPê Şemsettîn Balaman, Hevserokên DBPa Bismilê yên berê Abdulsamet Biçim, Abdulkerim Yildiz, Nedim Biçer, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê Kadriye Dogan, Hayrettin Satar, Mehmet Guler, Nihat Bulbul, rêveberê DBPa Bismilê yê berê Hemo Ozmen, xebatkarê şaredariyê yê berê Enver Çelik û endamê DBPê Kazim Demir hatin binçavkirin.

    Hat ragihandin ku 10 kesên ku hatin binçavkirin xebatên Newrozê dimeşandin.

    Bi heman mijarî:

    Naveroka Newroza Amedê diyar bû
    Li Amedê teqînê rûda: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
    Dîmenên rengîn ên mitînga 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê ya li Amedê
    Li Amedê mitînga 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê destpê kir
    Li Amedê çalakiyên 8ê Adarê bi astengîyan destpêkir
    Li 115 gund û mezrayên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Çalakiyên 8ê Adarê li Amedê hat qedexekirin
    Etîketan:
    Binçavkirin, Desteserkirin, Binçavkirina endamên DBPê, DBP, Mehmet Onat, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de