05:12 23 Hezîran 2018
Operasyona Efrînê

Balyozê berê yê li Amerîkayê: Washîngton ji operasyona Efrînê aciz e

© REUTERS / Khalil Ashawi
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 10

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu hefteya borî di axaftineke xwe de gotibû ‘Tirkiye û Amerîkayê li ser mijara Minbicê li hev kir.' Spûtnîk Kurdistanê mijara lihevkirinê ji Balyozê Tirkiyeyê li Washîngtonê yê berê Faruk Logoglu pirsî.

Çavuşoglu hefteya borî di axaftineke xwe de gotibû ‘Tirkiye û Amerîkayê li ser mijara Minbicê li hev kir.' Spûtnîk Kurdistanê mijara lihevkirinê ji Balyozê Tirkiyeyê li Washîngtonê yê berê Faruk Logoglu pirsî. Li gor Logoglu pirsgirêka sereke ya navbera Tirkiye û Amerîkayê çareseriya mijara Minbicê ye, lê ji operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê jî aciz e.

‘XALA SEREKE YA PIRSGIRÊKA MINBICÊ YE'

Balyozê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê yê berê û pisporê têkliyên navneteweyî Faruk Logoglu ji bo pirsa ‘Tirkiye û Amerîka li ser pirsgirêka Minbicê bi temamî li hev kir an? got: "Li gor agahî û zanyariyên min, di muzakereyên navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê de operasyona Efrînê nabe nîqaş ji bo ku Enqere li dijî vê derdikeve. Ji aliyê din ve Amerîka jî ji operasyonê aciz e û heta niha di gelek platformên wek Neteweyên Yekbûyî de aniye ziman. Di muzakereyên herdu aliyan de xala sereke çareseriya pirsgirêka Minbicê ye. Ji daxuyaniya Mevlut Çavuşoglu jî em fêhm dikin ku herdu alî nêzî lihevkrinekê ne."

‘TIRKIYE JI AMERÎKAYÊ DAXWAZA ÇI DIKE'

Balyozê teqawûtbûyî Faruk Logoglu di berdewamiya axaftina xwe de got. "Başe ev lihevkirineke çawa ye? Daxwaz û hêviyên Tirkiye ji Amerîkayê derxistina hêzên YPGê ji herêma Minbicê ye. Piştî derxistina hêzên YPGê, pirsgirêkeke din dimîne ew jî kontrol û îdareya bajarê Minbicê wê ji aliyê kî ve were kirin e. Ev mijar hê nezelal e. Ya wê bi awayekî hevbeş kontrol û îdare were kirin an jî bi sîstemeke ku heta niha nehatiye bilêvkirin dê bibe. Ez dibêm ev pirsgirêk jî dê bi awayekî were çareserkirin."

‘OPERASYONA ROJHILATÊ FIRATÊ JI BO AMERÎKAYÊ DÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN ÇÊBIKE'

Pisporê têkiliyên navneteweyî Faruk Logoglu ji bo pirsa ‘gelo mimkine Tirkiye operasyona Efrînê ber bi rojhilatê Firatê ve jî bidomîne' got: "Belê niha operasyona rojhilatê Firatê jî di rojevê de ye. Amerîka û Tirkiye di mijara operasyona rojhilatê Firatê de cuda difikirin. Bê çawa Tirkiye naxwaza kes mudaxeleya operasyona Efrînê bike, Amerîka jî naxwaza bi ti awayî mudaxele li rojhilatê Firatê bê kirin. Li gor texmînên min ev pirsgirêk wê bimîne dawî. Wek tê gotin eger li ser mijara Minbicê lihevkirinek hatibe kirin û hêzên YPGê ji herêmê werin derxistin, wê Amerîka şertê nekirina operasyona Rojhilatê Firatê deyne pêşiya Tirkiyeyê. Operasyona rojhilatê Firatê ji bo Amerîkayê xeta sor e û dê destûr nede. Ev pirsgirêkeke mezin e ji bo Amerîkayê û îhtîmaleke mezin wê destûr nede."

‘ÇAVUŞOGLU Û TILLERSON 19Ê ADARÊ WÊ LIHEVKIRINA MINBICÊ EŞKERE BIKIN'

Logoglu di dirêjiya axaftina xwe de pirsa ‘Tirkiye ji bo standina 30 balafirên 787-9 a tîpa Dreamliner bi Amerîkayê peyman îmze kir, gelo mimkine ev peymana standina balafiran perçeyek ji lihevkirina Minbicê be' got: "Berê ev standina balafiran hatibû rojevê, lê em nikarin bêjin ev perçeyekî peymanê ye. Belkî rûdaneke rasthatî be. Ev mekanîzmeya ku piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson a Tirkiyeyê ku hatibû avakirin ji bo çareseriya pirsgirêkên Enqere û Washîngtonê hatibû damezrandin. Amerîka bi vê mekanîzmayê dixwaze hewayeke xweş belav bike. 19ê Adarê Çavuşoglu û Tillerson li Washîngtonê hevdîtineke din pêk tînin û wek ku em texmîn dikin eger li ser Minbicê lihevkirinek çêbûbe dê lihevkirinê eşkere bikin û mijar zelaltir bibe."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

YPG: Hemû rêyên Efrînê tên bombebarankirin
HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
TSK: Navenda Efrînê hat dorpêçkirin
Navenda Efrînê bi giranî hat bombekirin
Nadiya Mûrad ji bo Efrînê banga lezgîn kir
Hollande banga qedexeya firînê ji bo Efrînê kir û got, 'Dilê min bi Kurdan re ye'
Etîketan:
Operasyona Efrînê, Faruk Logoglu, Tirkiye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de