06:24 21 Gulan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Dema YPG ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li ser hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê yê derheqê Minbicê de got, "Dema YPGê ji Minbicê vekişe dê leşkerên amerîkî û tirkî ewlehiyê saz bikin"

    Çavuşoglu yê ku ji bo hevdîtinên dualî li Moskowayê ye diyar kir ku ew dê 19ê Adarê bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re li Washingtonê li ser Minbicê hevdîtinekê pêk bîne.

    ‘YPG BI TU AWAYÎ DÊ LI MINBICÊ TUNE BE'

    Li gorî medya tirkî Çavuşoglu wiha axivî:

    "Deverên di bin kontrola YPGê de dê çawa werin birêvebirin, dê kîbirêve bibe em dê diyar bikin. Prensîba me ya sereke li gorî rêjeya gelheya gel rêveberiyek were sazkirin. D ivê rêveberiyê de dê bi tu bi tu awayî YPG tune be. Dema ku YPG ji Minbicê vekişiya dê leşkerên amerîkî û tirkî li wir bin. Herwiha di dema vekişînê de em dê çavdêriyê blkin. Dê ewlehiya van deverên kî bigire dest? Amerîka û Tirkiye. Serê pêşî em dê vê modêlê li Minbicê bisepînin û dûre jî li deverên din. Ev yek ji bo Reqayê jî û ji bo deverên li Rojhilatê Firatê yên di bin kontrola YPGê de jî derbasdar e."

    Çavuşoglu destnîşan kir ku li van herêman dê herêmên taybet ên ewlehiyê werin sazkirin û ji bo hemû gavan dê teqwîmek were diyarkirin û wisa axift:

    "Di civîna 19ê Adarê de em dê nexşerêyeke diyar bikin. Di çiwas demê de dê çi were kirin, dê çawa derbasî wî alî bê kirin teqez bibe. Di civîna dawiyê de heye ku cudahî çê bibin lê em ber bi bi rêkeftinekê ve diçin."

    ‘EM DÊ HEMÛ ÇEKAN NESTÎNIN'

    Wezîrê tirk derbirî ku derbarê Minbicê de hikûmeta Sûriyeyê dê tu daxwazan neke û dema ku YPGê çek danîn em dê çavdêriyê bikin.

    Çavuşoglu, "Em dizanin ku em ê hemû çekan nestînin. Hinek kevn bûne, hinek wenda ne. Lê weku berê jî serok (ê Amerîkayê Donald Trump) jî gotibû em dê wan bistînin. Vê yekê jî dema komxebatê dest bi xebatan kir, em dê bibînin."

     

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de