19:04 20 Nîsan 2018
    Ilker Başbug

    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê naveroka radestkirina Ocalan diyar kir

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê İlker Başbug, daxuyand piştî ku Washington Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir kontrolkirina PKKê ji destê Sûriyeyê derket ket deste DYAyê. Başbug, "Ocalan di girtîgehê de jî li ser rêxistinê bandordar e."

    Sererkanê berê yê Tirkiyeyê İlker Başbug derbarê hin mijaran de agahî da û sedema radestkirina Abdullah Ocal ya Tirkiyeyê bi îdiayekê eşkere kir û daxuyaniya serokwezîrê wê heyamê Bulent Ecevit bibîr xist ku gotibû, "Ji bo çi teslîme me kirin me fahm nekir."Başbug da zanîn ku di sala 1979an de Abdullah Ocalan diçe Sûriyeyê û heta derketina wî nêzî 20 salan lê dimîne û di bin kontrola rejîma Esad û Mûhaberatê de jiya.

    Başbug bibîrxist ku piştî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin kontrola rêxistinê ji Sûriyeyê derket û ket bin kontrola Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA) û her wiha kontola Sûriyeyê bi dawî bû, ya ku Amerîkayê jî dixwest ev bû. Sererkanê bêrê derbarê Ocalan de jî got, "her çiqas Ocalan di girtîgehê de be jî bandora wî hê jî li ser rêxistinê heye. Bi ya min Amerîkayê bi Ocalan kontrolkirina PKKê xist destê xwe û ji bo çareserkirina pirsgirêka PKKê hêzek siyasî da rêxistinê."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji Başbug re got: Xwelîser, tu yê hesabê vê gotinê bidî
    Îlker Başbug: Tirkîyê Abdullah Ocalan baş bikar neanî
    Îlker Başbug: Pergala serokatiyê ji bo federasyonê hatiye plankirin
    Başbug: "Li gorî min suîqesta Karlov bûyereke plankirî ye"
    Başbug: Di mijara PYDê de ji me ev tişt daxwaz kirin
    Etîketan:
    Siyasî, Rêxistin, Abdullah Ocalan, Sûriye, PKK, İlker Başbug, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de