00:55 26 Nîsan 2018
    TBMM - Parlamentoya Tirkiyê

    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê li Parlementoya Tirkiyeyê hat erêkirin

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê ya AKP û MHPê ya ku 26 xalan pêk tê li Lijneya Giştî ya Parlementoyê piştî dengdanê hat erêkirin û kete meriyetê.

    Pêşnûmaya tifaqa Partiya Dad û Geşpêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ya ku ji 26 xalan pêk tê li Parlementoya Tirkiyeyê (TBMM) piştî dengdanê hat qebûlkirin û kete meriyetê.

    Ji ber hevdîtinên ku 20 saetan dom kirin civînên komên AKP û MHPê hatin betalkirin.

    Ji bo ku tifaq di zûtirîn demê de bê erêkirin parlementerên AKPê û MHPê axaftin jî nekirin.

    ÇI DIGUHERE?

    Ev pêşnûma hindek guhertinan bi xwe re tîne. Hindek ji van guhertinan ev in:

    • Di hilbijartinan de partiyeke dê bikaribe piştgiriya partiyeke din bike.
    • Partiyên ku di hilbijartinana de tifaqê dikin ji tarîxa destpêkê ya hilbijartinan û pê ve di nava 7 rojan de dê bikaribin ‘protokoleke tifaqê' pêk bînin û bi vî hawî serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) bidin.
    • Heta beriya diyarkirina namzedan bi du rojan partiyên ku tifaq kirine bi heman şêweyî dê bikaribin guhertinan bikin.
    • Partiyên siyasî berî bi roja teqezkirina namzedan 3 roj berê dê bikaribin serî li YSKê bidin û ji tifaqê vegerin.
    • Lîsteyên namzediya partiyên dê di pisûlayê de ligel hev û rêza wan dê bi pişkê were diyarkirin.
    • Hejmara parlementerên dê di nava partiyan li gora dengên derbasdar dê werin dabeşkirin.
    • Temenê hilbijartinê dadikeve 18an.
    • Ger navekî tifaqê nehatibe diyarkirin li vê beşê dê îbareya ‘tifaqê' were nivîsandin û ger tifaqên bê nam û nîşan ji yekê zêdetir bin dê li gorî serîlêdanê werin rêzkirin.
    • Di hilbijartinên parlementeriyê û serokomariyê de dê pêşî dengên hilbijartina serokomariyê werin jimartin.
    • Ji bo dengdêrên berasteng dê sidoqên seyyar werin dayîn.
    • Di hilbijartinên herêmî de dê hemû pisûla têkevine heman zerfê û heman sindoqê.
    • Li ser gilî dê hêzên ewlehiyê bikaribin werin ser sindoqan.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê partiyên AKP û MHPê ji bo hilbijartinên dahatû tifaqeke bi navê ‘Tifaqa Cumhur' ava kiribûn û biryar dabûn ku bi lîsteyeke hevpar beşdarî hilbijartinan bibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşnûmaya tifaqa hilbijartinê li Parlementoya Tirkiyeyê hat pesendkirin
    Mesut Tek: Divê kurd li dijî tifaqa AKP-MHPê derkevin
    Serokê PAKê: Tifaqa AKP-MHPê tifaqa şerî ye
    Îlhamî Işik: Tifaqa AKP-MHPê li sehayê bi erênî nayê nirxandin
    Tifaqa Ebadî û Heşda Şeibî ya hilbijartinê têk çû
    Etîketan:
    Guhertin, Tifaq, Yasayê Hilbijartinê, Hilbijartin, TBMM, MHP, AKP, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de