22:15 19 Nîsan 2018
    Bazirganî - Îxracat

    Urdinê peymana xwe ya bazirganî bi Tirkiyeyê re rawestand

    © REUTERS / Aly Song
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hikûmeta Urdinê ji bo pîşesaziyên xwe biparêze peymana bazirganiya serbest ku bi Tirkiyeyê îmze kiribû rawestand.

    Hikûmeta Urdinê bi biryara Lijneya Wezîran peymana bazirganiya serbest ku sala 2011an bi Tirkiyeyê re îmze kiribû rawestand.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Urdinê (Petra), peymana bazirganiya serbest bandoreke neyînî li sektora pîşesazî û çandiniyê dike û ji bo parastina sektorê biryareke wiha hat standin. Li gor nûçeyê, berhemên Tirkiyeyê di bazara navxweyî de ji ber bûhayê wan hevsengiyeke neyînî çêdike.

    Li gor daneyên Meclisa Îxracatvan ê Tirkiyeyê, di temamiya sala 2017an de Tirkiyeyê bûhayê 672 milyon dolar mal ixracî Urdinê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ber bi Urdinê ve kete rê
    Pûtîn û Qralê Urdinê Rojhilata Navîn axivîn
    Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
    Dibistana FETO ya li Urdinê hate girtin
    `Serdana Barzanî li Urdinê nîşana girîngya rola Kurdistanê ye li navçeyê`
    Etîketan:
    Urdinê peymana bazirganî ya Tirkiyeyê rawestand, Urdin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de