02:21 25 Gulan 2018
    Otobus - qeza

    Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar

    © AFP 2018 / STR
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Osmancik a bajarê Çorumê otobusa rêwiyan li tirê qelibî. Di qezaya trafîkê de bi dehan rêwî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, otobusa rêwiyan ku ji Tokatê ber bi Stenbolê ve diçû li navçeya Osmancik a Çorumê li ser rêya sereke ya Osmancik-Kargiyê li tirê qelibî û paşî agir girte otobusê. Li gor amareyên destpêkê di qezaya trafîkê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

    Piştî bûyerê gelek ambulans, tîmên tendirustî, wesayîtên agirkuj û hêzên ewlehî bo herêma qezayê hatin sewkirin. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Osmancikê.

    Li gor îdîayan di nava rêwiyên birîndar de kesên giran hene û îhtîmala ku hejmara miriyan zêde bibe heye.

    Bi heman mijarî:

    Otobusa rêwiyan ji rê derket: 44 mirî
    Otobusa rêwiyan qeza kir: 13 mirî 42 kes jî birîndar bûn
    Otobusa rewiyan şewitî: 52 mirî
    Otobusa rêwiyan li kamyonê qelibî: 48 mirî û 10 birîndar
    Otobusa rêwiyan li dîwarê tunelê qelibî: 36 mirî û 13 birîndar
    Etîketan:
    Li Çorumê qezaya trafîkê, Çorum, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de