06:27 27 Gulan 2018
Efrîn

Navenda Efrînê bi giranî hat bombekirin

© AFP 2018 / George OURFALIA
Tirkiye
Lînkê kurt
0 06

Hat ragihandin ku navenda bajarê Efrînê ji aliyê balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê ve bi giranî hat bombebakirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên navenda bajarê Efrînê, balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê şevê din li asîmanê Efrînê geriyan û navenda bajêr bi giranî bombebaran kirin. Derbarê zirarên canî yên êrişên bombekirina balafiran de bi ser Efrînê de hê ti agahî nehatine belavkirin.

Li gor daxuyaniya berpirsên rêvebir ê Efrînê li navenda bajêr derdora milyonek kesên sivîl niha dijîn.

Hêjayî gotinê ye ku li gor daxuyaniya Encûmena Tendirustî ya Efrînê heta niha zêdetirî 200 kesên sivîl di encama êrişên artêşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da û bi sedan kesên jin û zarok jî di nav de birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Nadiya Mûrad ji bo Efrînê banga lezgîn kir
Hollande banga qedexeya firînê ji bo Efrînê kir û got, 'Dilê min bi Kurdan re ye'
Li Îranê 5 xwepêşanderên Efrînê hatin binçavkirin
Amerîka: Em hewil didin meseleya Efrînê bi Tirkiyê re bi rêyên dîplomatîk çareser bikin
Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
Bozdag: Di operasyona Efrînê de heta niha 42 leşkeran can daye
Etîketan:
Efrînê bi giranî hat bombekirin, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de