17:50 25 Gulan 2018
Destdirêjî

Li Tirkiyeyê ji ber sûcê destdirêjiyê 18 hezar û 492 kes mehkûm in

© AFP 2018 / Oli SCARFF
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li Tirkiyeyê di girtîgehan de 18 hezar û 492 kes ji ber sûcê destdirêjî û tecawizê girtîne yan ji mehkûm in. Li gor daneyên Wezirê Dadê 51 hezar û 359 kes ji ber sûcê tiryakê, 41 hezar û 343 kes ji ber sûcê diziyê mehkûmin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul li Konyayê hejmara kesên ku ji ber sûcên destdirêjî, tiryakê û diziyê hatine girtin eşkere kir. Li gor daneyên wezîr lı Tirkiyeyê 51 hezar û 359 kes ji ber sûcê tiryakê, 41 hezar û 343 kes ji ber sûcê diziyê û 18 hezar û 492 kes jî bi sûcê destdirêjî û tecawizê girtîne an jî mehkûmkirîne.

Wezîrê Dadê Gul da zanîn ku ya girîng ew e ku beriya bûyer biqewime bên astengkirin. Abdulhamit Gul derbarê komisyona îstîsmarê de hin agahî dan ku li ser dixebitin: "Li gor qanûnên memûriyê divê ev kes nebin memur û neyên pêywirdarkirin û ji zarokan dûr bên sekinandin. Di hin pîşeyan de divê bên testkirin û di sabikaya wan kesan de divê sûcên wan bên tomarkirin û li gor wê tewdîr bên stendin."

Bi heman mijarî:

Ji bo jina sûriyeyî 5, ji bo yê destdirêjî kiriye 18 sal ceza hat xwestin
Li navenda kêmendaman îdîaya destdirêjî û lêdanê
Li Îzmîrê li dibistana kêmendaman destdirêjî
Etîketan:
jin, tecawiz, destdirêjî, zarok, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de