05:46 22 Nîsan 2018
    Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan

    Buldan: Em yek kes bimînin jî em dê ji parlamentoyê venekişin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Giştî ya HDPê Pervin Buldanê diyar kir ku yek kes jî bimînin, dê ji parlamentoya Tirkiyeyê venekişin û got, "me ev temsîliyet bi hêsanî bi dest nexist. Gelek bedel tên dayîn ji bo têkevin wê derê."

    Ayhan Bilgen
    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Buldan li Amedê beşdarî bernameya partiya xwe ya Newrozê bû û derbarê rojevê de axift.

    Piştî hinek parlamenter hatin girtin, parlamenteriya hinekan hat betalkirin, nîqaş çêbûn ku HDP dê ji parlamentoya Tirkiyeyê vekişe. Hevseroka HSDê li ser vê pirsyarê wiha got: "Me bedelên mezin dan gava em tev li hilbijartinan bûn. Anku ev temsiliyeta me bi dest xistiye, me bi hêsanî bi dest nexist û bi têkoşînê em ketina Meclisa Miletî ya Mezin a Tirkiyeyê."

    "EM JI PARLAMENTOYÊ VEKIŞIN, WATEYA AMADEKARIYA HILBIJARTINAN NAMÎNE"

    Buldanê di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku girtina parlamenterên HDPê û betalkirina parlementeriya hinekan bûye sedem nîqaşên cuda û wiha pê de çû: Lê parlamentto qada têkoşînê ye û bi bedelên giran, em ketinê. Em nafikirim dest ji vê qadê berdin ji ber em xwe dîsa ji hilbijartinan re amade dikin. Dîsa rojeva hilbijartinê li ber me ye. Em wiha difikirin, eger em dest ji parlamentoyê berdin, ti wateya wê tine ku em careke din xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Lewra em dê li ser hebûna di parlamentoyê de berdewam bin. Her çiqasî hikûmeta AKPê hewlan dike ku HDP bidehifîne derveyî parlamentoyê jî, eger em yek kes bimînin jî, em yek kesî werin temsîlkirin jî, em dê dîsa dest ji vê qadê bernedin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dê li Sûriyeyê ji bo terorîstan ti xweşbîniyek neyê nîşandan
    Şoygu: Su-57an bernameya xwe ya ceribandinê li Sûriyeyê bi awayekî serkeftî temam kir
    Senatorê rûsî: Divê hemû hêzên leşkerî dawî li çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê bînin
    Amerîkayê dubare got: Agirbesta Sûriyeyê Efrînê jî digire nav xwe
    Bogdanov: Rûsya ji bo vegera xrîstiyanan li Sûriyeyê şertên pêwist ava-kirin
    Trump û Macron li ser agirbesta li Sûriyeyê li hev kir
    ENKS: Nabe Tirkiye şerê xwe yê bi PKKê re bîne nava axa Sûriyeyê
    Etîketan:
    HDP, Pervin Buldan, aMED, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de