14:59 22 Gulan 2018
    HDP

    Ji sê endamên HDPê yek hatiye desteserkirin, 3 hezar kes jî hatine girtin

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda Xebat û Agahiyan ya HDPê desteserkirin û girtiyên endamên partiyê eşkerekir. Di partiyê de ji tarîxa Tîrmeha 2015an û heta Sibata 2018an 11 hezar û 637 endam hatine binçavkirin, 3 hezar û 382 kes jî hatine girtin. Li gorî tomarên Serdozgeriya Komarî a Dadgeha Bilind 37 hezar û 551 endamên Partiya Demokratîk a Gelan henin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, HDPê girtiyên endamên partiyê eşkere kiriye. Di HDPê de ji tarîxa Tîrmeha 2015an û heta Sibata 2018an 11 hezar û 637 endam hatine binçavkirin, 3 hezar û 382 kes jî hatine girtin. Li gorî tomarên Serdozgeriya Komarî a Dadgeha Bilind jî 37 hezar û 551 endamên Partiya Demokratîk a Gelan henin.

    Di heman tarîxê de ji HDPê 43 Hevserokên bajaran û 101 Hevserokên navçeyan hatine girtin. Ji 59 parlamenterên HDPê derbarê 55an de bitevahî 511 fezleke hatine amadekirin. Parlamenterên girtî heta niha derketine 387 danişînan. Parêzbendî û parlamenteriya 9 parlamenterên HDPê jî hatin xistin. Bi tenê di meha paş de 2 hezar û 487 kes hatin desteserkirin, bi 723 kesan jî herî zêde girtî li Antebê pêk hatin. Stenbol bi 256 kesan di rêza duyem de, bi 182 kesan ve jî Amed di rêza sisyan de cih girt.

    Di DBPê de jî rewş heman e. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Aslan û Sabahat Tuncel hîn jî girtîne. Ji DBPê 55 Hevşaredar di girtîgehan de ne, derbarê 15 şaredarên ku darizandina wan didome de 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birrîn. Di hundirê du salan de li gor agahiyên ne fermî 5 hezar endam û rêvebirên DBPê hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye
    HDP ji bo tifaqê çi difikire, wê di nava blokan de cih bigre an na?
    Şandeya HDP-DBPê çû serdana PAKê
    HDP: Me hêviyên xwe yên pêvajoya çareseriyê winda nekiriye
    AKAM: HDP bendava hilbijartinê derbas dike, MHP di bin de dimîne
    Etîketan:
    dbp, hdp, desteserkirin, binçavkirin, Ajansa Mezopotamyayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de