00:48 21 Nîsan 2018
    Rojnamevan Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan

    Li Tirkiyeyê 2 rojnamevan hatin azadkirin

    © REUTERS / Huseyin Aldemir
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Dadgeha Stenbolê ji bo 2 rojnamevanên tirk Ahmet Şik û Murat Sabuncu ku ji doza Cumhuriyetê hatibûn girtin, pêşbiryara tehlîyekirinê da.

    Heyeta dadgehê ji doza Rojnameya Cumhuriyetê pêşbiryara xwe ya tehlîyekirina Ahmet Şık û Murat Sabuncu ragihand.

    Gerînendeyê rojnameyê Murat Sabuncu 495 roj, nivîskar û peymanêr Ahmet Şık jî ev 434 roj in li girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê girtî bûn.

    Piştî biryara dadgehê derengiya şevê Ahmet Şik û Murat Sabuncu ji girtîgeha Silivriyê hatin derxistin.

    Dadgeha Cezayê Giran a 27an ji bo rojnamevanên din ên heman dozê, Akin Atalay û Ahmet Aydogdu jî biryara taloqkirina 16ê Adarê ya rûniştina dadgehê da ku ew jî hîn girtî ne.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir
    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan
    Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
    Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de