09:41 20 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Me bi Amerîkayê re li ser rojhilatê Firatê û Minbicê li hev kir

    © REUTERS / Muhammad Hamed
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 06

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji medya almanî re ragihand ku Tirkiye û Amerîkayê li ser Minbic û rojhilatê Firatê li hev kiriye.

    Çavuşoglu li ser operasyona dijî Efrînê got, "Beşa zehmet a operasyonê derbas bû, me berê xwe da navenda Efrînê."

    'ME JI BO MINBIC Û ROJHILATÊ FIRATÊ KOMÊN XEBATÊ AVA KIRIN'

    Çavuşoglu di hevpeyvîna Zeit Online ya almanî de li ser pirsa êrîşa ser hêzên wan ji Minbicê ve got, "Belê em rastî êrîşê hatin. Lê niha ev êrîş bidawî bû. Me niha bi amerîkiyan re li ser dabînkirina îstiqrara Minbicê û rojhilatê li hev kir. Me ji bo vê komên xebatê ava kirin."

    TILLERSON Û ÇAVUŞOGLU 19Ê ADARÊ DICIVIN

    Wezîrê tirk herwiha diyar kir ku ew dê 19ê Adarê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bicive.

    Piştî hevdîtina Wezîrên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê biryar li ser avakirina mekanîzmayên danûstandinan hatibû wergirtin ku civîna yekem a danûstandinan jî li Washingtonê li ser mijara Sûriyeyê di navbera heyetên herdu welatan de 8ê Adarê hatibû lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Mûzîkjenê navdar Yanni besteyeke xwe diyarî kurdan kir
    Rûsya: Helmeta alîkariya mirovî ya Xûtaya Rojhilat bi serkeftî hat encamdan
    Efrîn: 230 sivîl hatin kuştin, 668 jî birîndar bûn
    Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de