08:46 23 Nîsan 2018
    Balyozê Tirkiyeyê li Moskowê Huseyin Dirioz û serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin

    Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike

    © REUTERS / Maxim Shipenkov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Balyozê Tirkiyê yê Moskowê Huseyîn Dirîoz ragihand ku ger piştî dîtina çareseriyeke siyasî rêveberiya Sûriyeyê ji wan daxwaz bike, Tirkiye dikare di avadankirinê cî bigire.

    Dirîoz ji medya rûsî re li ser piştî dîtina çareseriyeke siyasî ya li gor biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi jimara 2254an.

    'AVADANKIRINA SÛRIYEYÊ PIŞTÎ PÊKANÎNA BIRYARA 2254AN PÊKAN DIBE'

    Balyozê tirk got, "Encex piştî çareseriya krîza Sûriyeyê, em dikarin dest bi hewlên bo avadankirinê bikin û li ser biryar bê dayîn. Herwiha ev mijar piştî çareseriya siyasî ya li gor biryara 2254an a KENYyê mimkun dibe."

    Dirîoz diyar kir ku Tirkiyeyê piştî operasyona Mertala Firatê li herêmên hatine paqijkirin binesaziya wan deveran ji nû ve xistiye xizmetê û got, Tirkiye yek ji wan welatên sereke ye ku alîkariyên mirovî digihîne Sûriyeyê.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dema ku tevî malbata xwe me ji Xûtayê baz da milîtanan gule reşandine ser me'
    Li Izmîrê ji ber parvekirinên medyaya civakî 7 kes hatin desteserkirin
    Li Taksîm a Stenbolê şer derket, 3 kes birîndar bûn
    Keçika 12 salî bi qabiliyeta xwe patenê milet heyirand
    'Erdogan ji bo pirsgirekên navxweyî operasyona Efrînê da destpêkirin'
    'Fermandarekî payebilind ê ASAyê li Efrînê hat kuştin'
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de