17:21 24 Nîsan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    'Pêvajoya çareseriyê wê cardin destpê bike'

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê serokomarê berê yê Abdullah Gul, Ahmet Takan derbarê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de îdiakir ku hin ankêtan li dardixe û ji encamên ankêtan ne razî ye. Her wiha Takan got, "Erdogan ji bo ku dengên kurdan bidestbixe wê pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin."

    Li gor Şewirmendê Abdullah Gul yê berê Ahmet Takan tifaqa AKP-MHP heta niha di ankêtan de negihaştiye % 50+1ê û Erdogan ji ber vê 2 pakêtan amade dike, yek ji van pakêtan ‘pêvajoya çareseriyê ye.' Nivîskarê rojnameya Yeniçagê Takan derbarê îdiayên hilbijartinên pêşwext û encamên ankêtên hilbijartinan jî da zanîn û got, Erdogan li pêy pêvajoyek çareseriyêye, lê dixwaze hem hemwelatiyên rojava pê rehetsiz nebe hem jî pê bigihêje armanca xwe.

    Takan di nivîsa xwe de da zanîn ku Serokê Giştî yê AKPê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji encamên ankêtan ne razî ye. Her wiha rêjeya dengên AKP % 40 û yê Erdogan jî % 45 e. Tifaqa bi MHPê re jî ji Erdogan re nebûye çareserî.
    Takan îdiakir ku ji ber van sedeman Erdogan li rêyekê diğere ku xwe bigîhîne % 50+1an. Her wiha pêdiviya bi dengên kurdan Erdogan mecbûrî amadehiya 2 pakêtan kir û armanc ew e ku dengên kurdên li herem û bajarên mezin bidestbixe.

    Bi heman mijarî:

    Takan: " Erdogan dibêje ‘Xwezî min Binali Yildirim nekirina serokwezîr' poşman bûye"
    Ehmedînejad bangî Xemaney kir: Bila girtî bêne berdan û hilbijartin serbest werin kirin
    Kongreya 3yêm a HDPê: Birêveberiya nû tê hilbijartin
    Terefgira herî seksî ya futbola Rûsyayê hat hilbijartin
    Di cîhanê de markeya herî biqîmet hat hilbijartin
    Etîketan:
    Serokomar, Deng, Rêje, hilbijartin, Ahmet Takan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de